Hindistan: Metirsî heye corona tevaya sîstema tendirustiya welat hilweşîne

27-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hindistanê pêketina bi coronayê û mirina bi vê vîrusê gelek zêde bûye, bi awayekê ku ew 4 roj in rekora cîhanî ya tûşbûna bi coronayê ji aliyê Hindistanê ve hatiye şikestin. Rewş li wî welatî bi qasekî xirab e ku tê gotin, eger heye tevaya sîstema tendirustiyê ya Hindistanê ji hev hilweşe, ji ber wê rewşa xirab jî hejmarek ji welatan dest bi alîkariya Hindistanê kirine.

Racêndra temenê wî 43 sal e, miriyekî din ê coronayê ye, ku bo gorepana şewitandina terman hatiye anîn, bi vî awayî jî hijmara miriyên 24 demjimêrêm bihorî gihandiye 2 hezar û 812 kesî.

Ev 10 rojin Hindî di rewşeke karesatbar de dijîn, oksîcen bi zehmetî tê bidestxistin, virûseke nû ya Coronayê belav bûye, ku navê virûsa xweguhertî yê Hindî lê hatiye kirin.

Rojane nêzîkî 350 hezar kes li Hindistanê bi Coronayê dikevin û bi wê yekê rekora cîhanî ya tûşbûnê hatiye şikestin, nêzîkî 2 hezar û 500 kes jî bi giştî dimirin.

Rêjeya pêketin û mirina bi sedema coronayê li Hindistanê bi qasekî zêde bûye ku metirsiya wê yekê heye, sîstema tendirustiya wî welatî ji ber giraniya rewşê hilweşe.

Li nexweşxaneyên wî welatî cih nemane û li ser textên nexweşxaneyan du nexweşên coronayî hatine danîn, ew yek jî têra rewşê nekiriye û nexweş li salonên nexweşxaneyan hatine danîn.

Herwiha li bajaran rêzên dûr û dirêj tên dîtin, ku xelk hewl didin jibo nexweşên xwe yên coronayî tubên oksîcenê dabîn bikin.

Mihemed Xan Elî, akinciyê Delhî ya paytexta Hindistanê dibêje: “Ez zêde xemgînim bo vî welatî. Pirisgirêka min ne ya pereyan e, lê temaşa bike xwîşka min mir û min nikarîbû wê rizgar bikim. Ew bi Coronayê ket û min jî nikarîbû oxgynê bo wê peyda bikim, oxgyn tune bû.”

Delhî û piraniya başûr û rojavayê Hindistanê tije hawar û girî bûye, hikûmetê rewşa neasayî ragihandiye û daxwaza alîkariya pizîşkî ji welatan kiriye, Amerîkayê weke yekemîn welat destpêşxerî kiriye û alîkariyên tendirustî jê re şandine.

Berdevkê Pentagonê, John Kerby ragihand: “Wezareta Berevaniyê ji nêzîk ve kar ligel saziyên din ên Amerîkayê dike, heta ku oksîcenê, boksa pişkinîna Coronayê û amûr û kelûpelên taybet bo parastina xelkê û tîmên tendirustiyê bişîne Hindistanê.”

Şêwirmenda Almanyayê, Angela Merkel jî ragihandiye: “Di ser hemû tiştî re em dixwazin alîkariya Hindistanê bikin. Em niha bi awayekî zêde bilez kar dikin bo şandina oxgynê bo wî welatî, bi rastî hemû Ewropa kar li ser vê yekê dike.”

Hindistan rojane zêdetirî 7 hezar ton oksîcen berhem tîne, lê bi gotina hinek çavkaniyên pizîşkî jiber dabeşkirina xerab û nebûna amûrên taybet bi veguhastinê pirisgirêk çêbûye.

Ji xeynê vê yekê, daketina pêketinê bi Coronayê di çend mehên borî de, baweriyeke giştî li nav Hindiyan çêkir, ku Corona êdî bidawî bû ye, ku cara dawî bû sedema sistkirina rênimayîyên tendirustî, çi li ser asta hikûmetê û çi li ser asta xelkê jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst