Ciwanekî ji Qamişlo bû serokê şaredariya bajarê Frankfurtê

27-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Penaberekî ji Rojavayê Kurdistanê bû serokê şaredariya bajarê Frankfurtê yê Almanya.

Mike Josef, ku ji bajarê Qamişlo ye, di hilbijartinên şaredariya bajarê Frankfurtê de weke serokê wê şaredariyê hat hilbijartin.

Mike Josef ku ji pêkhateya Suryan e, sala 1983 li Qamişlo ji dayîk bû ye, berbijêrê - Partiya Demokrat a Sosyal (SPD) bû.

Josef dema xwe berbijêr kiribû ji medya Almanî re gotibû, dema ew ligel malbata xwe gihişt Almanyayê difikirî dê rojekê kesek jê bipirse tu dixwazî bibî berbijêrê şaredariya Frankfurtê.

Mike Josef di programa xwe ya hilbijartinan de got ew dê giringî bide pirsên civakî, ewlekarî û aborî.

Mike Josef kî ye?

25 Çileya 1983an li Qamişlo ji dayik bûye. Sala 1987an de ligel malbata xwe çûye Almanyayê

Li dibistana Albert-Einstein ya bajarê Waiblingen xwendiye. Bawernameya zanistnên siyasî ji zanîngehê wergirtiye.

Ji sala 2016an ve serokê ofîsa plandanînê ya şaredariya Frankfurtê bû. Di hilbijartinên 25ê vê mehê de, bû şaredarê Frankfurtê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst