Senata Amerîkayê wezîrtiya Antony Blinken pejirand

27-01-2021
RÛDAW
Nîşan Antony Blinken Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Senata Amerîkayê, berbijarê Joe Biden ji bo Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken pesend kir.

Di dengdanê de ku duh hat kirin, Senatê bi 78 dengên Erê li hember 22 dengên Na, wezîrtiya Blinken di posta Wezîrê Derve yê Amerîkayê de pejirand.

Pêştir Komîteya Peywendiyên Derve ya Senata Amerîkayê, bi 15 dengên Erê li hember 3 dengên Na, berbijêrkirina Antony Blinken ji aliyê Joe Biden ve ji bo posta Wezîrê Derve yê Amerîkayê pejirandibû.

Blinken di rûniştina hefteya derbasbûyî ya ligel Senatê de soz dabû ku ew Senatê vegerîne wek hevparê siyaseta derve ya Amerîkayê, berovajî serdema Trump ku Senat ji siyaseta derve hatibû piştguhxistin.

Blinken herwiha ragihand ew amade ye rûbirûyî astengiyên ji aliyê Çîn, Îran, Koreya Bakur û Rûsyayê bibe û got, ew pabend e ku piştî çar salan ji lawazabûnê ya di serdema Trump de, dubare Wezareta Derve ava bike.

Antony Blinken berî niha ligel Biden wek rêveberê karmendên Komîteya Peywendiyên Derve kar kiribû, dema piraniya endamên Senatê ji partiya Demokrat bûn.

Senatoya Amerîkayê heta niha çar kes ji berbijêrên wezaretê yên kabîneya Joe Biden pesend kiriye. Di vê çarçoveyê de Liyod Austin weke Wezîrê Berevaniyê, Avril Haines weke Rêvebera Istixbarata Niştimanî û Janet Yellen weke Wezîra Xezîneyê ji aliyê Senatê ve dengê erê wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst