Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî girava Lesbosê ya Yunanistanê keştiyek bin av bû, 13 kes winda bûn.
Li nêzikî girava Lesbosê ya Yunanistanê keştiyeke bar a bi ala Komorê bin av bû.
Ji 14 muretebatên ku di keştiyê de bûn tenê muretebatek hatiye rizgrarkirin û 13 kesên din jî winda ne.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlehiya Peravan a Yûnanistanê, saet derdora 7ê sibehê keştiyek xera bûye û sînyal şandiye.
Hêzên Ewlehiya Peravan a Yunanistanê ragihand ku piştî demekê keştî ji radarê winda bûye.
Li aliyê din, hêzên Yunanistanê da zanîn ku di keştiyê 2 muretebatên Sûriyeyî, 4 Hindî û 8 Misirî hebûne.
Ji wan tenê yek bi saxî hatiye dîtin û bi helîkoptereke hêzên deryayî hatiye rizgarkirin.
Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse