Rûsyayê dest bi tetbîqata etomî kir

26-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê bi fermî ragihand, ku hêzên wî welatî dest bi manovreya etomî dikin. Kremîlê ragihand, “Armancên tetbîqata hêzên astengkirina stratejîk bi awayekî serketî hatin bidestxistin. Hemû mûşekan taybetmendiyên xwe îspat kirin û gihiştin armancên diyarkirî.”

Li gor daxuyaniya Kremlînê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser înternetê çavdêriya li tetbîqata bi çekên etomî kiriye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Mûşeka balîstîk a navparzemînî ya 'Yars' ji baregeha fezayê ya Plesetksê û mûşeka balîstîk a 'Sineva' ji Deryaya Barentsê ber bi polîgona Kura ya Kamçatkayê ve hatin avêtin. Balafirên menzîldirêj ên tîpa 'Tu-95MS' yên ku ji hewayê mûşekên krûzê diavêjin jî beşdarî tetbîqatê bûn.”

Herwiha hatiye gotin, ku di manovreyê de hemû mûşekan taybetmendiyên xwe îsbat kirin û gihiştin armancên diyarkirî.

Di çarçoveya tetbîqatê de asta amadebûna rêveberiya leşkerî û personelên operasyonê jî hatin kontrolkirin.

Hatiye ragihandin, Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Shoygu derbarê wê manovreya bi çekên etomî zagahiyên pêwîst dane serokê wî welatî Vladimir Putin.

Rûsyayê agahî da Amerîkayê

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro ragihand ku wan Washingtonê agahdar kiriye ku Rûsya dê çekên etomî biceribîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price da xuyakirin, “Ev tetbîqateke rûtîn e ku ji aliyê Rûsyayê ve tê kirin. Dema ku Rûsya bê sedem gefên etomî bi tundî dike, bi agahdarkirina me, faktora surprîzê ji holê radike û metirsiyên hesabên xelet kêm dike.”

Manovreya etomî ya Rûsyayê di demekê de ye ku hêzên Rûsyayê li navçeyên dagirkirî yên Ukraynayê di rewşeke xirab de ye û hêzên Ukrayanyê ber bi pêş ve diçin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst