Ciwanekî Kurd bi xeyala Ewropayê dev ji welatê xwe berda lê di rêyê de mir

26-07-2023
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Bulgaristan Ciwanê Kurd Dîndar Dilêr Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Termê ciwanekî Kurd ku dixwest bi hevalên xwe re here Ewropayê li daristaneke Bulgaristanê hate dîtin.

Navê wî ciwanê Kurd, Dîndar Dilêr Mihemed e û ew 18 salî ye. Dîndar ji nahyeya Şêladizê ya Duhokê ye. 

Dîndar Dilêr Mihemed, bi xeyala Ewropayê ji welatê xwe derketibû lê li ser rêya Ewropayê nexweş ket, ji hevalên xwe qut bu û piştî çend rojan termê wî li daristaneke Bulgaristanê hate dîtin.

Pismamê Dîndar ê bi navê Rizgar Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand ku pismamê wî û 2 xortên din ên Şêladizê ji 6ê vê mehê ve xwestibû bi qeçaxî biçin derveyî welat lê xebera mirina wî gihiştiye wan.

Bi gotina Rizgar Îbrahîm, Dîndar li nav daristanên Bulgaristanê nexweş ketiye û hevalên wî ew bi cih hiştiye.

Rizgar Îbrahîm herwiha got, malbata Dîndar bi rêya çend kesan rewşa wî şopandine û derketiye holê ku termê wî di nav daristaneke Bulgaristanê de hatiye dîtin.

Du bira û du xwişkên Dîndar hene ku li Herêma Kurdistanê dijîn. Pismamê wî ji Rûdawê re got, ew li bendê ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vegerandina cenazeyê Dîndar alîkariya wan bike daku ew karibin termê wî li Şêladizê veşêrin.

Nahyeya Şêladizê li ser navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê ye ku 93 gundan li xwe digire lê tenê 7 gundên wê avedan in û gundên din ji ber şerê Tirkiye û PKKyê hatine valakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst