Profesor Kurd li Polonyayê konferanseke zanistî bi rê ve dibe

25-09-2023
RÛDAW
Nîşan Polonya Konferans Kesra Nermend
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Polonyayê konferanseke zanistî ya taybet bi zanîngehan bi rê ve diçe.

Ji Başûrê Kurdistanê 2 zanîngeh beşdar bûn û kesê konferansê bi rê ve dibe profesorekî ji Rojavayê Kurdistanê ye.

Li bajarê Shechechenê yê Polanyayê îro konferanseke derbarê mijarên aborî, rêveberî, maf û zanistên siyasî bi beşdariya çend zanîngehên cîhanê dest pê kir.

Ji Herêma Kurdistanê jî her du zanîngehên Selahedîn û Tîşk beşdar bûne.

Profesor ji bakarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê Kesra Nermend konferansê bi rê ve dibe.

Ev konferans ji sala 2018an ve salane tê encamdan û her sal li Hewlêrê tê kirin.

Lê îsal yekem car e li Polanyayê bi rê ve diçe dê 2 rojan berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst