ALMANYA - Ji bo Kurdî konferans hat lidarxistin

20-08-2023
Hisên Omer
ALMANYA - Ji bo Kurdî konferans hat lidarxistin
ALMANYA - Ji bo Kurdî konferans hat lidarxistin
Nîşan Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî Konferans Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Bremenê yê Almanyayê 2yemîn Konferansa Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî bi rê ve çû.

Endamên wê saziyê yên ji çend welatên Ewropayê beşdarî konferansê bûn.

Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî sala 2006an li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezirandin.

Ew sazî bi şêweyekî xwebexşane karê fêrkirina Kurdî dike.

"Me sala 2019an şaxa saziyê li Almanyayê vekir"

Endama Komîteya Rêveber a Saziya Ziman Gulîstan Awazê got, “Me sala 2019an şaxa saziyê li Almanyayê vekir. Îro me konferanseke serkeftî pêk anî û ji Almanya û derveyî Almanyayê gelek kesayet beşdar bûn.”

"Me 27 hezar keç û xort fêrî Kurdî kirin"

Endamê Komîteya Rêveber a Saziya Ziman Baranê Cûmê jî got:

“Me weke Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî ji sala 2006an heta 2017an li Rojavayê Kurdistanê 27 hezar keç û xort fêrî Kurdî kirin û wan bawername wergirt.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst