Bulgaristan: 47 koçberên Sûrî di otobusekê de hatin girtin

25-08-2022
RÛDAW
Nîşan Bulgaristan Koçberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên Bulgaristanê dest bi ser paseke koçberan de girt ku 47 koçber têde hebûn.

Li bajarê Burgas ê Bulgaristanê li ser Deryaya Reş dema polîsan hewl dabû li ser xaleke pişkinînê  pasekê  rabigrin, ku hejmara wê ya  Tirkiyê ye, ew ranewastiyabû, polîsan hewl dabû bi otomobîla xwe wê bidin rawestandin , lê pasê li otomobîla polîsan dabû, di ecnamê de 2 polîsan canê xwe ji dest dan.

Rêveberê Polîsên Bulgaristanê di civîneke çapemeniyê de ragihand koçberên ku di nava pasê de ne xelkê Sûriyê ne û dixwestin bi qaçaqî bi rêya Bulgaristanê derbasî welatên Ewropayê bibin.

Rêveberê Polîsên Bulgaristanê Kaloyan Kaloyanov anî ziman, “47 koçber bi pasekê dihatin veguhestin, li gorî zanyariyên ku li cem me hene ew ji Sûriyê ne. Kesek hatiye desteserkirin, ku ne ji nav wê grûpê bû, lê li gorî zanyariyan ew jî xelkê Sûriyê ye, li gel kesekî din ê Sûrî ku em niha lê diger in, destê wan herduyan di veguhestina van koçberan de heye, her du kes jî li Bulgaristanê koçber in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst