NY: Keştiya koçberan binav bû û dibe ku 150 koçber xeniqîbin

25-07-2019
RÛDAW
Nîşan Lîbya koçber Netewên Yekgirtî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Hat ragihandin ku li peravên Lîbyayê keştiyeke koçberan binav bûye û di encamê de 150 kesan cane xwe ji dest daye.

 

Komîseriya Bilind a Koçberan a Netewên Yekgirtî (UNHCR) bi daxuyaniyekê ragihand ku li peravên Lîbyayê keştiyeke ku penaber tê de bûn, binav bûye û hat diyarkirin  ku dibe nêzikî 150 koçberan canê xwe ji dest dabe.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin, di wê keştiyê de ku ji bajarokê Humsê ku 120 kîlometreyan dikeve rojhilatê Trablûsê ye, bi rê ketibû  300 koçber hebûne.

 

Herwiha li gor wê daxuyaniyê ku cih dide axaftinên masîgirên li herêmê û ew kesên ku rizgar bûne, 150 kesan canê xwe ji dest dane û 150 kes jî rizgar bûne. Lêbelê di daxuyaniyê de hat gotin jî ku hejmareke diyar nîne û egera wê heye, zêdetir ji keştiyekê binav bûbin.

 

Artêşa Lîbyayê jî aşkere kiriye, ku 116 koçber winda bûne û 132 koçber jî ji aliyê hêzên ewlekariya perevê yên wî welatî û masîvanên li wê herêmê ve hatine rizgarkirin.

 

Lîbya ji ber nêzikîkahiya xwe ya bo Îtalyayê ji bo koçberên ku dixwazin bo jiyaneke baştir xwe bigihînin welatên Ewropayê, bûye weke navendekê. Lêbelê ji ber ku ew koçber ji kapasîteya wan zêdetir bi keştiyên kevn û xerab tên veguhastin, gelek caran qezayên mezin rû didin ku heta niha di encama wan qezayan de ji destpêka îsal ve zêdetirî 160 koçberan canê xwe ji dest dane.

 

Netewên Yekgirtî bang li aliyên peywendîdar dike ku ewên ji mirinê rizgar bûne û xwe gihandine wan deveran ji ber ku rastî serederiyeke xerab hatine, bo Lîbyayê neyên vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst