Parêzera Kurd: Êrîşkarê Parîsê li xwe mikur hat ku bi zanebûn Kurd kirine armanc

24-12-2022
RÛDAW
Îro piştî nîvro careke din li paytexta Fransayê bajarê Parîsê xwepêşandanan dest pê
Îro piştî nîvro careke din li paytexta Fransayê bajarê Parîsê xwepêşandanan dest pê
Nîşan Êrişa Parîsê Sêvê Îzol Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzer Kurd Sêvê Îzol ragihand ku êrîşkarê Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê, di îfadeya xwe de li xwe mikur hatiye ku wî bi zanebûn Kurd kirine armanc.

Îro piştî nîvro careke din li paytexta Fransayê bajarê Parîsê xwepêşandanan dest pê kirin û hejmareke revenda Kurd, daxwaz ji hikûmeta Fransa kirin ku rêkarên zêdetir ji bo prastina welatiyan bide ber xwe.

Parêzer Sêvê Îzol li bajarê Parîsê ji cihê xwepêşandanê bi awayekî online beşdarî bûltena Rûdawê bû û derbarê pêşveçûna lêpirsîna êrîşê de agahî dan û armanca xwepêşandanê nirxand.

Sêvê Îzol diyar kir ku êrîşkar di îfadeya xwe de gotiye “Min xwest û bi zanebûn êriş li dijî Kurdan pêk anî” û got: “Di vê gotinê de tê fêhmkirin ku ev êrîş ji neteweperestiyeke giştî zêdetir hewldana komkujiya Kurdan e.”

Îzol da zanîn ku Serdozgerê Komarê yê Fransayê li gorî îfadeya êrîşkar lêpirsîn kûr kiriye û çarçoveya wê berfireh kiriye, lê belê dosya weke êrîşeke asayî nirxandiye.

“Divê xwîna Kurdan ewqas erzan neyê rijandin”

Parêzera  Kurd bal kişand ser wê yekê ku ew li dijî vê yekê ne ku dozger vê bûyerê weke “êrîşeke normal” binirxîne û divê dosya di çarçoveya "êrîşa terorê" de cih bigire û got: “Em nizanin ka çima heta niha ev êrîş di çarçoveya terorê de nehatiye lêkolînkirin. Ji ber vê yekê Kurdên li Fransayê li vir kom bûne. Û em dixwazin Kurdên hemû cîhanê piştgiriya me bikin. Divê êdî xwîna Kurdan li Parîsê ewqas bi hêsanî neyê rijandin. Em ne miletekî bê mal û bêhêz in. Tişta ku îro tê kirin jê re dibêjin teror.”

Îzol bi bîr xist ku êrîşkar berê ji ber êrîşên nîjadperestî hatiye girtin û wiha pê de çû: “Di derbarê profîla êrîşkar de jî hinek pirs hene. Ev zilam salekê di girtîgehên Fransa de maye. Kî li pişt êrîşa li ser Kurdan e? Kê ew bo vê êrişê dehf daye. Helbet heta niha em nikarin bersiveke zelal bidin van pirsan. Lê belê divê ev pirs di lêpirsînê de bên pirsîn û zelalkirin. Ez dixwazim careke din dubare bikim, ne tesaduf e ku 10 roj piştî ku ev zilam (êrîşkar) ji girtîgehê derket, li taxa ku Kurd lê dijîn li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşekê bike.

Îzol bi bîr xist ku 10 sal berê dîsa li Parîsê 3 siyasetmedarên jin ên Kurd hatibûn kuştin û daraza Fransayê kesên li pişt vê êrişê nehat niha jî eşkere nekiriye û  amaje bi wê yekê kir ku hikûmeta Fransa têrê nake berî êrişên bi vê rengî tedbîrên xwe bigire.

Derbarê êrişên pêştir ên êrişkar encam dane de Îzol ev agahî dan ku pêştir bi şûr êrîşî kampa penaberên  Erebistana Siûdî û Erîtreyî lê diman kirie û piştî salekê hatiye berdan û got: “Dosyaya sûcê vî kesî mezin e. Tê gotin ku 3 caran hatiye darizandin û di girtîgehê de maye. Ew bi tundiyê tê naskirin. Herwiha ji bilî vê yekê ew çûye perwedeya bikaranîna çekan. Tevî ku polîs van mijarên ku min behs kirine dişopîne jî, lê ev ba polîsan nehatiye tomarkirin. Lê belê li Fransayê kesên xwedî meyla rêxistinî ya hinekî radîkal be têne tomarkirin. Ez meraq dikim gelo ji ber ku ew Fransî ye, di raporên polîsan de nehate tomarkirin? Eger kesekî biyanî ba dê sedî sed bihat tomarkirin.”

Parêzer Îzol careke din destnîşan kir ku ew weke Kurd dixwazin hikûmeta Fransayê lêkolînekê bikin "kujerên Kurdan eşkere bike" û dûrî bandorên derve bên cezakirin.

Di heman demê de  Îzol anî ziman ku Kurd ji vê êrîşê gelekî aciz in û got, bikaranîna tundiyê di xwepêşandanan de nayê qebûlkirin û zirarê dide dostaniya gelên Kurd û Fransî.

Êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê

Li paytexta Fransayê, Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li taxa Saint Denis a Strasbourgê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 3 Kurdan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku kesên canê xwe ji dest dane Hunermendê Kurd Mîr Perwer, çalakvana jin a Kurd Emîne Kara û Ebdurahman Kizil in.

Rayedarên Fransî ragihandin ku derbarê êrîşê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û êrîşkar welatiyekî Fransî yê 69 salî ye û ji kompanya fermî ya rêyên hesinî ya Fransayê (SNCF) xanenişîn bûye. Hat diyarkirin ku êrîşkar di 12ê Mijdara 2021an de li Parîsê bi şûr êrîşî navendeke koçberan kiriye û di encamê de 2 kes birîndar bibûn.

Piştî êrîşê Kurdan li Parîsê li kolanan çalakî li dar xistin û polîsan jî bi gaza rondikrêj mudaxele kirin.

Têkildarî êrîşê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got, “Kurdên Fransayê di dilê Parîsê de bûne armanca êrîşeke tirsonek.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst