Li Polandê dijî vegerandina koçberan dayikan dest bi xwepêşandanan kirin

24-10-2021
RÛDAW
Nîşan Poland Belarûs Dayîk Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Micholowo li bakurê rojhilatê Polandê, ku li nêzîkî sînorê Belarûsê ye, hejmarek ji xelkên Polondê li pêşiya ofîsa zêrevanên sînor dest bi mangirtinekê kir û dîportkirina koçberan ji aliyê hikûmeta welatê xwe ve bo Belarûsê şermezar kir.

Ev mangirtin ji aliyê dayikên polandî ve hatiye sazkirin, tê de reftarên zêrevanên sînor şermezar dikin bi taybetî li gel zarokan, ku li gorî wan, dema ew bo Belarûsê tên vegerandin, ew rastî rewşeke zehmet dibin û li nava daristanan dimînin.

Çalakvana Mafên Mirovan Marta Gorcinska dibêje "Me dît çawa xelk li ser çogan rûdine û ber me digere û dibêje `na Belarûs, na Belarûs`. Tu kes naxwaze vegere ew welatê ku li wan dide, diziya wan dike û dawiyê wan bi ser têlên bi stirî re davêje. Dema ew dighin Polandê û daxwaza alîkariyê dikin rastî heman kiryaran tên."

Dayikeke Polandî dibêje ew bêdeng namînin dema dibînin ku prensîbên mirovî li welatê wan tên binpêkirin.

Dayikeke Polandî Anna Cichon got "Îro ez hatim daku van kiryaran şermezar bikim, ku êdî em prensîbên xwe yên mirovî ji dest didin. Dema zarok bo daristanan tên avêtin, êdî hemû hêl tên derbaskirin û êdî tiştek namîne".

Poland nêzîkî 6 hezar zêrevanên sînor li ser sînorê xwe yê li gel  Belarûsê belav kirine, daku nehêlin koçber ji Belarûsê derbasî Polandê bibin.

Piştî ku hikûmeta Belarûsê rexnegirê serokê wî welatî Alexander Lukashenko, yê bi navê Raman Pratasevich desteser kir, Welatên Ewropayê sizayên aborî dan ser. Belarûs jî ji bo fişaran bixe ser Ewropayê, sînorê xwe li pêşiya koçberan vedike ku derbasî Ewropayê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst