Li Almanyayê ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyê çalakiyek birêve çû

24-09-2020
Zinar Şîno
Hejmarek parlamenter, nivîskar û kesûkarên wan girtiyan jî beşdarî merasîmê bûn
Hejmarek parlamenter, nivîskar û kesûkarên wan girtiyan jî beşdarî merasîmê bûn
Nîşan Girtiyên Siyasî Almanya Kurd Bekîr Topgîder PSK
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Li bajarê Koln ê Almanyayê çalakiyek nerazîbûnê ji bo azadiya raderbîrînê û girtiyên siyasî yên li Tirkiyê birêve çû.

Hejmarek parlamenter, nivîskar û kesûkarên wan girtiyên xwediyên welatînameyên Almanya ku li Tirkiyê hatine zindanîkirin li Kolnê çalakiyek encam dan.

Di nav wan girtiyan de yên qedexeya geştkirina ji Tirkiyê li ser hatiye sepandin Kurd hene û malbatên wan bi salên dûr û dirêj e li Almanyayê ne.

Yek ji wan kesên piştî 4 mehan ji zindanê niha qedexeya derketina ji Tirkiyê li ser hatuye sepandin, Bekîr Topgîder ê endamê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ye û kurê wî jî ji bo nîşandana nerazîbûna xwe di wê kombûnê de beşdar e.

Siyamend Topgîder, kurê yek ji girtiyên Kurd li Tirkiyê dibêje, “Bavê min Mijdara 2019an ketibû zindanê. 4 mehan di zindanê de ma, paşê derketina wî ji Tirkiyê qedexekirin. Em gelek xemgînin.”

Parlamentera Partiya Keskan ku malbata wê bixwe ji Bakurê Kurdistanê ye, çalakiyên raya giştî bi bandor li ser hikûmeta Almanyayê dide diyarkirin.

Parlamenter Berîvan Aymaz, dibêje, “Para raya giştî di wê de heye ku pêwîst e hikûmeta federal a Almanyayê çalak bibe û dest biavêje van rewşan. Divê hikûmeta federal a Almanyayê hemû hêza xwe ji bo vê pirsê bikar bîne.”

Parlamenterekî Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê dixwaze li ser asta Encûmena Ewropayê ku welatê wî niha serokatiya wê dike, kar ji bo keysa girtiyan bike.

Endamê Parlamentoya Ewropa Frank Sichwabe dibêje, “Ez bi hêvî me ku rewşa siyasî li Tirkiyê tê guhertin. Ez dê kar bikim ji bo guşara siyasî li gorî rewşê li Almanyayê bilind bimîne lê bi rêya Encûmena Ewropa jî ji bo wan kesên ji egerên siyasî hatine girtin an jî nikarin ji wlat derbikevin, bikarin vegerin jib o warê xwe, bo nimûne wek niha li Kolnê.”

Li gor amarên ne fermî yên Almanyayê, nêzikî 57 kes ku xwediyên welatînameyên Almanyayê ne li Tirkiyê hatine girtin an jî derketina wan a ji Tirkiyê hatiye qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst