Îtalya rêkarên dayîna mafê penaberiyê tundtir dike

24-09-2018
RÛDAW
Nîşan Îtalya Matteo Salvini Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kabîneya nû ya hikûmeta Îtalyayê rêkarên dayîna mafê penaberan ji bo koçberan girantir dike. Li gorî vê yekê nemerc e kesên herin wî welatî mafê penaberiyê werbigrin.  


Roja Duşemê (24-09-2018), Wezîrê Navxwe yê Îtalyayê Matteo Salvini piştî civîna kabîneya hikûmeta welatê xwe ji rojnamevanan re ragihand, biryar dane rêkarên dayîna mafê penaberiyê ji bo koçberan tundtir dikin.

 

Matteo Salvini amaje bi wê yekê kir, ku rêkariyên wan bi ti awayî nabin binpêkirina mafên mirovan lê di heman demê de dayîna mafê penaberiyê li Îtalyayê ji bo hemû serlêderan garantî nake.

 

Bi gotina Salvini parêzbendiya mirovatiyê tenê wan kesan vedigre ku karkerên mafên wan hatine xwarin, bazirganiya mirovî bi wan hatiye kirin, ew kesên ku pêwîstiya wan bi çavdêriya pizîşkî heye yan bûne qurbaniyê karesatên sirûştî.

 

Wezîrê Derve yê Îtalyayê da zanîn, ku mafê penaberî didin wan kesan, ku dosyeyên wan hatine nirxandin û piştrast bûne ku pêwîstiya wan pê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst