Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser pirsa Sûriyeyê civiya: ‘Tirkiye demografiyê diguhere'

24-08-2023
Sinan Tunçdemir
Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser pirsa Sûriyeyê civiya
Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser pirsa Sûriyeyê civiya
Nîşan Encûmena Asayîşa Navdewletî Sûriye Tirkiye
A+ A-

New York (Rûdaw) - Encûmena Asayişe ya Neteweyên Yekbûyî li bajarê New Yorkê civînek li ser aştiya Sûriyeyê pêk anî û rapora mehane jî parve kir.

Di raporê de amaje bi vê yekê hate kirin ku di şerê Sûriyeyê de ti aktor nikare serkeftî bibe û tenê hewcedarî bi pêvajoya siyasî heye.

"Ti aktor bi tena serê xwe nikare"

Encûmena Asayişe ya Neteweyên Yekbûyî herwiha di rapora xwe de got:

“Ti aktor û grup bi tena serê xwe nikare pirsgirêkên Suriyeyê çareser bike. Ji ber vê divê di platformeke herî mezin de bi beşdarbûna zêdetir aktoran pirsgirêk were gotubêjkirin.”

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen got:

“Çend roj berê ez bi wezîrê karên derve yên Urdun, Misir, Erebîstana Siûdiyê re axivîm. Min herwiha bi rêvebirên fermî yên Tirkiyeyê re jî danûstandin kir.

Ez dê bi aktorên Ereb, Astana, welatên Rojava û kî dikare alîkariyê bide pêvajoya siyasî ya ji bo Sûriyeyê xebatên xwe bidomînim.

Rastiyek heye ku ti grup û aktor bi tena serê xwe nikare gavan biavêje ku pirsgirêkan bê pêvajoyeke siyasî çareser bike.”

Di berdewamiya raporê de hate gotin ku pevçûnên di navbera grubên cuda de û êrişên dronên Tirkiyeyê berdewam dikin.

Tirkiye bi awayekî îlegal li Sûriyeyê ye

Di heman demê de nûnerê Sûriyeyê jî Tirkiye tawanbar kir û got ku ew bi awayekî îlegal li Sûriyeyê ye.

Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyê Yekbûyî Bassam Sabbagh jî got:

“Balafirên leşkerî yên Tirkiyeyê bi awayekî îlegal li herêmên Sûriyeyê cih digirin û ev jî alîkariya pêvajoya aramiyê nake.

Tirkiye alîkariye dide hin grubên ku ji aliyê Encûmena Asayişe ve wek grubên terorîst tên dîtin.

Herwiha Tirkiye demografiya herêmê jî diguhere.”

Ji aliyê din ve jî Nûnera Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî got ku hin kes wisa difikirin pirsgirêkên Sûriyeyê xilas bûne lê êşa Sûriyeyiyan berdewam dike.

Nûnera Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî got jî:

“Heta ku Suriye aram nebe divê koçberên Sûriyeyî vernegerin welatê xwe.

Êrişên esmanî û roketî didomin herwiha şkence û revandina mirovan jî berdewam dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst