PEYMANA LOZANÊ – 93 sal derbas bûn

24-07-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Lozan Osmanî Tirkiye Sewr Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêkeftina Lozanê re 93 sal derbasbûn ku piştî şerê cîhanê yê yekem, di 24ê Tîrmeha 1923ê di navbera Tirkiyê û welatên hevpeyman ên sewrkeftiyê şer, hate îmzekirin. Bi vê peymanê re Împaratoriya Osmanî bi fermi hate dabeşkirin û Kamara Tirkiyê bi serokatiya Mûstafa Kemal hate damezrandin.

 

Piştî derbasbûna 93 sal li ser peymana Lozanê re, pirsgirêka Kurd û çarenivîsa Kurdan ku mezintirîn neteweya bê dewlet in li cîhanê, careke din dikeve ber gotûbêj û lêkolînan.

 

Di 24ê Tîrmeha 1923ê de di navbera hikûmeta wê demê yê Tirkiyê (ku serokatiya wê Mistefa Kemal Atatûrk dikir) û hêzên hevpeymanan (ku serokatiya wan jî Brîtanya û Fransayê dikir) li bajarê Lozan a Swîsreyê rêkeftina Lozanê hate îmzekirin.

 

Rêkeftin taybet li ser navçeyên di bin destê Împaratoriya Osmanî bû ku, ji ber têkçûna Osamaniyan ya di şerê cîhanê yê yekem (1914-1918) de, ji nû ve dihate parvekirin.

 

Peymana Lozanê piştî Peymana Sewrê hate morkirin. Peymana Sewrê di 10ê Tebaxa 1920ê de di navbera welatên navend û yên têkçûyê şerê cîhanê de hate morkirin ku Împaratoriya Osmaniyan jî di refê hêzên têkçûyî de cîh digirt.

 

Li gor Peymana Sewrê axa di bin destê Osmaniyan de dihate dabeşkirin û hemû neteweyên ne-tirk, dibûne xwedan serxwebûna xwe.

 

Piştî ku Mistefa Kemal desthilata Tirkiyê girte destê xwe, rêgeznameya tirkbûnê ji hemû aliyan wergirt ku ev peyman îmze kirine.

 

Herwiha di navbera salên 1922 û 23ê de li dijî Yûnaniyan dest bi şerekê mezin kir û karî herêmak fereh ê di bin destê wan de carek din bistîne. Vê yekê jî Brîtanya û Fransa naçarkir ku rêkeftina Lozanê li gel Tirkiyê îmze bikin.

 

Peymana Lozanê di heman demî de bû sedema hilweşandina Peymana Sewrê.

 

Peymana Lozanê sînorê welatên Yûnan, Bûlgarya, Tirkiye û welatên Rojhilata Navîn jî diyar kir. Bi vê rêkeftinê Tirkiyê dest ji Qibrisê, Misir, Sûdan, Iraq û Libyayê kêşa. Li hember vê yekê jî beşek mezin ê axa ku wê demê dikete ser Sûriyê û bajarên Mêrsîn, Edene, Dîlok, Riha û çendîn bajarên din jî wergirt.

 

Yek jî beşa herî giring ê rêkeftina Lozanê ew bû ku hikûmeta Tirkiyê soz dida ku jiyan, maf û azadiyên hemû neteweyên di bin fermanrewatiya xwe de biparêze û pêwîstiyan cîbicî bike.

 

Her çend, gelê Kurd mezintirîn netewe bû di bin desthiladariya Tirkiyê de, lê ti biryareke Lozanê de behsa maf, azadî û çarenivîs aKurdan nedikir.

 

Serokê şanda Tirkiyê ya di danûstandinên Lozanê de Îsmet Înonû bû. Li hember de serokê şanda Brîtanî jî Lord Johnson bû.

 

Li gor gotina dîroknasan Înonû di dema hevdîtinan de tekez li ser yekbûna Kurd û Tirkan kir û karî Brîtaniyan razî bike.

 

Lê hindek dîroknasên din jî dibêjin ku Brîtaniyan giringî nedane dosyeya Kurd. Ji ber ku ji bo wan tenê tiştek giring bû; ew jî Mûsil û Kerkûk nekevin bin destê desthilata Tirkiyê. Ji xwe paşî di 1926ê de Brîtaniyan karîn bi zora leşkerî van herdu bajaran bixin ser nexşeya siyasî ya Iraqê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst