Parlamentoya Ewropayê qanûna dîjîtalî erê kir

24-04-2022
RÛDAW
Nîşan Qanûna Xizmetên Dîjîtal Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê, li ser Qanûna Xizmetên Dîjîtal li hev kir ku zorê dide kompanyayên dîjîtal ên wek Google û Facebookê ku naverokên neqanûnî ji platformên xwe rakin û qedexe bikin.

Armanca Yekîtiya Ewropayê ji danîna qanûna dîjîtalî ew e, kompanyayên dîjîtal neçar bike ku di cî de naverokên neguncaw û neqanûnî yên ku li ser platforman tên weşandin, rakin.

Li gorî Qanûna Xizmetên Dîjîtal, heger kompanyayên dîjîtal qanûnê binpê bikin dê ji sedî 6 ê dahata xwe ya salane bacê bidin.

Di çend salên borî de Yekîtiya Ewropayê bi taybetî bi rêbertiya Hikûmeta Fransayê kar li ser vê yekê kiriye ku bi piranî kompanyayên dîjîtal ên Amerîkî sînordar dike û bacên giran bi ser wan de disepîne. Qebûlkirina qanûnê, ji bo kontrolkirina serdestiya kompanyayên mezin ên dîjîtal û teknolojîk ji aliyê welatên Ewropayê ve wek gaveke mezin tê nirxandin.

Berpirsa Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bo karên rikaberiyê û damezrînera ramana Çaksaziya Dîjîtal li Ewropayê Margrethe Vestager diyar kir ku ew qanûna ku hate erêkirin ji pêşnûmeqanûneke din a berî niha hatibû pêşniyarkirin baştir e.

Vestager li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî û got, "Tiştên neqanûnî divê di platformên dîjîtal de jî neqanûnî bimînin."

Vestager piştî ku qanûn hate derxistin got, ''Demokrasî vegeriya''.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von Der Leyen, pesnê qanûnê da û ew wek peymaneke dîrokî bi nav kir.

Von Der Leyen her wiha diyar kir, atmosfera li ser înternetê dê êdî ewle be, bi hezaran derfetên kar ên mezin peyda bike.

Yek ji xalên herî girîng ên Qanûna Xizmetên Dîjîtal a Ewropayê ew e ku reklamên ji bo kompanyayên dîjîtal zehmet bike û pêşî li wê yekê bigire ku daneyên kesane, wekî zayend, temen û taybetmendiyên din ji bo armancên reklamê neyên bikar anîn.

Xalek din a qanûnê ew e ku pêşî li kompanyayên firotina dîjîtal digire wekî Amazon ku dikarin bazirganiya tiştên neqanûnî bikin.

Qanûn her wiha ji kompanyayên dîjîtal dixwaze ku di derbarê daneyên bikarhêneran de zelal bin û eşkere bikin ku daneyan çawa bikar tînin.

Li gorî qanûnê, heger kompanyayên dîjîtal û teknolojiyê li gorî qanûnan tevnegerin, dê ji sedî 6 ê dahata xwe ya giştî ya global bacê bidin. Baca ji sedî 6 ê dahata salane, ji bo kompanyayên mezin ên wek Facebookê gelekî zêde ye ku ji dahata sala 2021an a Facebookê bi qasî 7 mîlyar dolaran dike.

Qanûna Ewropayê hemû platformên dîjîtal ên wekî Facebook, Instagram, Twitter, Tiktok, YouTube û torên din ên civakî digire nav xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst