HDPê li Stenbol û Enqerê mitîng û Newroz kir yek

24-03-2019
Şewket Herkî
Şewket Herkî
HDPê li Stenbol û Enqerê Newroz pîroz kir
HDPê li Stenbol û Enqerê Newroz pîroz kir
Nîşan HDP Hilbijartin Newroz Stenbol Enqere
A+ A-

Enqere (Rûdaw) -  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hem li Stenbol hem jî li Enqerê mitingên xwe yên helbijartina heremî heman demê weke pîrozbahiya Newrozê encam da. li Stenbol û Enqerê berbijêrên navçeyên herdu bajaran ên HDPê daxwaze piştigriyê kirin û heman demê di miting û ahengê de peyamên siyasî jî li kêleka pîrozbahiyên newrozê hatin belavkirin.

 

Miting û pîrozbahiya Newrozê weke yek çalakî ji aliyê HDPê ve li Stenbolê bi beşdariya nêzikî 250 hezar kesan bi rê ve çû. Di aheng û mitingê de berbijêr û berpirsên HDPê jî amade bûn.


Li Enqerê jî aligirên HDPê û hevalbendên HDPê li meydana Kolejê li hev civiyan di mitinga Enqerê de jî peyamên siyasî hatin dan û daxwaz hate kirin ku aligirên HDPê ji bo şaredariya mezin a Enqerê piştgiriya bereya oposizyonê bike. Di mitinga Enqerê de berbijêra HDP bo navçeya Çankayayê Filiz Kerestecîoglu û berbijêrê Navçeya Keçîorenê Diyadin Firat jî amade bûn.


Filiz Kerestecîoglu wiha got: “Ev welat  hesreta aştiyê dike, ev welate êdî rojên bê alozî û aram dixwaze.  Em dibêjin êdî bila ciwanên me jiyana xwe ji dest nedin. Em dixwazin tecrîd bi dawî were.  Newroza herkesê pîroz be.”


Ji bo ku partiyên siyasî li  Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mitingên xwe temam bikin heta 30ê vê mehê dem hatiye diyarkirin roja 30ê meha qedexeya bangeşeyê dest pê dike û roja 31ê mehê jî dê helbijartin werin encam dan.   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst