'Rûsya bi çekên Belarûs, Îran û Koreya Bakur êrişên li Ukraynayê didomîne'

24-02-2024
Sinan Tunçdemir
Nîşan Rûsya Ukrayna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

New York (Rûdaw) - Wezîrên Karên Derve yên welatên Ewropayê di salvegera duyemîn a şerê Rûsya û Ukraynayê de beşdarî civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bûn û peyamên bihêz ji bo piştgiriya Ukraynayê dan.

Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba bi Wezîre Karên Derve yên Ewropî û hin dewletên din re daxuyaniyeke hevbeş da.

Kuleba diyar kir ku 2 sal berê dema ku şer dest pê kir her kesî digot ku dê Ukrayna têk biçe lê 2 sal derbas bûn û ew hîn li ber xwe didin.

Herwiha Kuleba amaje bi wê da ku ew vê daxuyaniyê li ser navên 80 dewlet û rêxistinên cuda dide.

Di aliyê din de jî bangî dewletên ku alîkariya Rûsyayê dikin jî kir ku êdî alîkariyê nekin.

“Rûsya bi çekên Belarûs, Îran û Koreya Bakur êrişên li Ukraynayê didomîne”

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba got, “Em alîkariyên çekan ên leşkerî yên Belarûs, Îran û Koreya Bakur ku didin Rûsyayê şermezar dikin.

Em bangî wan dewletan dikin ku bila alîkariyên çekan ên krîtîk nedin Rûsyayê. Rûsya bi wan çekan êrişên li ser Ukraynayê didomîne.”

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron jî tekez kir ku şerê ku Ukrayna li hemberî Rûsyayê dike ne tenê ji bo ewlehiya Ewropayê ye herwiha ji bo hemû cîhanê ye.

David Cameron ragihand ku ew hêvî dikin ku Kongreya Amerîkayê jî budçeya alîkariyê ya ji bo Ukraynayê derbas bike.

Li aliye din Cameron amaje bi wê yekê kir ku serxwebûn û axa yekitîya dewletekî pir girîng e û eger ew niha beşeke Ukraynayê bidin Rûsya dê piştre ji bo ti dewleteke din ewle nebe.

“Em dê piştgiriya xwe ji bo Ukraynayê bidomînin”

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron wiha anî ziman:

“Em dê piştgiriya xwe ji bo Ukraynayê bidomînin û çi di destê me de hebe em dê bi kar bînin.

Mafên wan e ku dewleta xwe û sînorên xwe biparêzin. Brîtanya dê piştgiriyê bide wan heta ku şer berdewam bike.

Em dibînin ku Yekîtiya Ewropayê jî di heman fikrê de ye û em hêvî dikin ku Kongreya Amerîkayê jî budçeya alîkariyê derbas bike û bi vî awayî çavkaniyên Amerîkayê jî bi me re tevbigerin û alîkariya Ukraynayê bike di vî şerî de.”

Li aliyê din di civîna Encûmena Ewlehiyê de nûnera Amerîkayê bangî Rûsyayê kir bila hêzên xwe ji Ukraynayê vekişîne û vî şerî bi dawî bike.

Herwiha nûnera Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku Amerîka ji îro pê ve dê cezayên nû bi ser Rûsyayê de bisepîne.

Nûnerê Rûsyayê jî got ku dewletên Rojava, ango Ewropa, Ukraynayê ji bo karên xwe bi kar tîne û ji ber vê jî bi hezaran Ukraynî hatin kuştin.

Nûnerê Rûsyayê tekez kir ku di vî şerî de Ukrayna dê têk biçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst