Zelensky rewşa awarte li Ukraynayê ragihand

24-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky piştî êrişa leşkerî ya Rûsyayê rewşa awarte li welatê xwe ragihand û daxwaz ji xelkê welatê xwe kir, netirsin û aram bin û tekez kir, ew dê di şer de biserkevin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di peyama xwe de amaje bi destpêkirina êrişa Rûsyayê li dijî Ukraynayê dike û diyar dike, ku ji ber êrişê wî biryar daye li tevahiya welat rewşa awarte bê ragihandin. Volodymyr Zelensky dibêje,“Welatiyên birêz ên Ukraynayê, vê sibehê Serok Putin operasyoneke leşkerî taybet li Donbasê ragihand. Rûsya êrîşî jêrxana me ya leşkerî û zêrevanên me yên sînor kir. Li gelek bajarên Ukraynayê dengê teqînan hat bihîstin. Em rewşa ne asayî li tevahiya navçeyên welatê xwe radighînin.”

Amerîka jî kar dike daku alîkariya Ukraynayê bike. Serokê Ukrayanyê derbarê vê yekê de got, “Berî kêliyekê min peywendî ligel serok Biden kir. Amerîka dest bi komkirina piştevaniya navdewletî kiriye.”

Volodymyr Zelensky bang li xelkê Ukraynayê jî kir û daxwaz ji wan kir, aram bin, netirsin û heta ji wan bê li malên xwe bimînin.

Zelensky ji welatiyên xwe re got, “Îro divê hûn hemû aram bin. Li malên xwe bimînin eger hûn bikaribin. Em kar dikin, artêş kar dike. Sektorên berevanî û asayîşê kar dikin. Nabe hûn bitirsin, em bihêz in. Em ji her tiştî re amade ne. Di ser her tiştî re em dê biserkevin, ji ber em Ukraynî ne.”

Ev duyem daxuyaniya Volodymyr Zelensky ye ji dema ku Rûsya dest bi operasyona leşkerî bo ser Ukraynayê kiriye, daxuyaniya yekem di vîdeoyeke televizyonî de hatibû belavkirin, ya duyem jî diyar dibe ku bi telefonê hatiye tomarkirin.

Serokê Rûsyayê îro Pêncşembê 24ê Sibata 2022an êrîşa serbazî bo ser Ukraynayê ragihand û dibêje, her welatek destêwerdanê di êrîşê de bike dê “baceke wiha bide ku qet nedîtibe.”

Vladimir Putin di gotareke televizyonî de ragihand ku berpirsyariya xwînrijandinê dikeve stuyê “rejîma” Ukraynayê û got, ev operasyon jî bersiva wan gefan e ku ji Ukraynayê tên.

Piştî ku Putin biryara êrişkirinê aşkere kir, vê sibê li Kiyev a paytexta Ukraynayê û gelek bajarên din dengê teqînan hat bihîstin û piştre kamerayan dîmenê belavbûna dûkelê li esmanê Kiyev a paytext û hin bajarên din belav kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst