Ji bo du hevzayendan cezaya lêdana 83 qamçî

23-05-2017
RÛDAW
Nîşan Endonezya Açe hevzayend cezadan
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li welatê Endonezyayê bajarê Bande Açeyê, ji du zilaman re bi hinceta ku bi hev re pêwendiyeke seksî kirine, ji aliyê dadgeha şerîetê ve cezaya lêdana 83 qamçî hate dayîn.

 

Di meha Adarê de çend kesan êrîş biribûn ser mala du zilaman û ew radestî rayedaran kiribûn. Bicihanîna cezaya wan her du zilaman li qadekê hate pêkanîn.

 

 

Di dîmenan de tê dîtin ku cilên sipî li wan du zilaman kirine û peywirdarên bicihanîna cezayê, gava li wan dixistin, ji qerebalixa ku li wan temaşe dikirin, dengên weke “Bileztir lêxê” û “Bila ev bibe ders” dihatin bihîstin. 

 

 

Herwiha hate bihîstin ku rayedarekî dibêje “Ew jî mirov in” û qerebalixê hişyar dike.

 

Dadgeha şerîetê ji bo her yekê wan cezaya lêdana 85 caran dabû. Lê ji ber ku bû demek e di girtîgehê de ne, cezaya wan daket lêdana 83 caran.

 

 

Li Endonezyayê têkiliya hevzayendî, tenê li Eyaleta Açeyê ku dadgehên şerîetê hene, qedexe ye. Li wê eyaletê heta niha ti kes, ji ber ku ketine têkiliya hevzayendî, ev ceza wernegirtiye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst