FRANSA - Emmanuel Macron û Marine Le Pen bo gera duyem serkevtin

23-04-2017
Rûdaw
Nîşan Fransa Hilbijartinên serokomariyê Emmanuel Macron Marine Le Pen
A+ A-

Parîs (Rûdaw) Encamên destpêkê yên hilbijartinên serokomariya Fransayê hatin aşkerekirin û li gorî encaman, Emmanuel Macron û Marine Le Pen bo gera duyem a hilbijartinan serkevtin bi dest xisitn.

 

Îro yekşemî 23ê Nîsanê hilbijartinên serokoamriya Fransayê bi beşdariya 11 namzedan birêve çû.

 

Wezareta Navxweyî ya Fransayê ragihandibû, ku zêdetirî 47 milyon kesan mafê dengdanê di vê hilbijartinê de hene.

 

Piştî bi dawî hatina proseya dengdanê, hejmartina dengan dest pê kir û berî demekê encamên destpêkê yên hilbijartinên serokomariya Fransayê hatin ragihandin.

 

Li gorî encamên destpêkê, namzedê serbixwe Emmanuel Macron zêdetirîn rêjeya dengan bi dest xistiye û %23.9ê xelkê deng dane wî namzedî.

 

Herwiha Marin Le Pen namzeda Partiya Eniya Niştimanî %21.7ê dengan bi dest xistiye û namazedê Partiya Komarî François Fillon %19ê dengan bi dest xwe aniye.

 

Namezdê Partiya Çep Jean-Luc Melenchon jî %19.5ê dengan û namzedê partiya Sosyalîst Benoît Hamon %6ê dengan bi dest xisitn.

 

Bi vî awayî du namzedên ku zêdetirîn deng bi dest anîne, yanî Emmanuel Macron û Marine Le Pen derbasî gera duyem a hilbijartinan bûn.

 

Gera duyeam a hilbijartinên serokomariya Fransa dê di 7ê meha 5 a îsal de birêve biçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst