FNDK pîrozbahî li Ezîzê Ziyo Bedirxan kir

22-10-2021
RÛDAW
Nîşan FNDK Ezîzê Ziyo Bedirxanî Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Berbang
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Înê 22ê Cotmeha 2021an di Konferansa Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê de, Ezîzê Ziyo Bedirxan dengê piraniya endamên konferansê wergirt û wek Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê (Berbang) hat hilbijartin. Li ser vê yekê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) pîrozbahî Ezîzê Ziyo Bedirxan kir.

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) bi mebeste hilbijartina Ezîzê Ziyo Bedirxan wek Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê daxuyaniyeke pîrozbahî belav kir.

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan di daxuyaniya pîrozbahiya xwe de wiha dibêje:

“Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan ji dil kurdên Qazaxistanê, endam û rêvebirên Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê, herwiha Ezîzê Zîyo Bedirxan pîroz dike bo ew hatîye hilbijartin wek Serokê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê.

Keda Ezîzê Zîyo mezin e di karê pêşketina aborîya Qazaxistanê, parastina aşîtîyê û hevdufêmkirinê di nava civakê da. Karê wî yê berhemdar di hêla xebatê, zanyarîyê û civakî da alî parastin û pêşketina zimanê kurdî, çand û erf-edetên gelê me kirine.

FNDK bawer e, ku emê bi birêz Ezîzê Zîyo Bedirxan ra tevayî bikaribin hemû pêşketinên xwe yên demên buhurî dubare bikin.

Em bawer in, ku profesyonalîzm, zîrekî û zanebûnên we yên pir wê alî we bikin bi kardarî kar bikin boy navê Komarê û diyaspora kurdan.

Em ji We ra serketinên mezin dixwezin di karê pêkanîna hemû pirsdanînan da.“

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst