Koşka Spî: Em pêşbînî dikin agirbest bibe agirbesteke hertimî

22-10-2019
RÛDAW
Nîşan Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Soçî yê Rûsyayê têkildarî rewşa Sûriyê û êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê di civînê de ne, Koşka Spî ragihand, ew pêşbînî dikin, agirbesta demkî ya li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin, bibe agirbesteke hertimî.

Berdevkê Koşka Spî da xuyakirin, ew wiha pêşbînî dikin ku agirbesta demkî ya li bakurê Sûriyê bibe agirbesteke hertimî.

Li gor daxuyaniyê hêzên Amerîkayê li herêmê erkê xwe bicih kiriye û niha dema vegera hêzên Amerîkayê ye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo parastina petrolê û aramiya herêmê hinek hêz dimîne. Îro roja dawî ya agirtbestê ye. Em wiha pêşbînî dikin ku agirbesta demkî ya li bakurê Sûriyê bibe agirbesteke hertimî.”

Ev yek di demekê de ye, ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Soçî yê Rûsyayê têkildarî rewşa Sûriyê û êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê di civînê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst