Çîn: Amerîkayê bi dizîna petrola Sûriyê 18.2 milyar dolar zirar gihandiye wî welatî

22-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê, Wang Wenbin careke din Amerîka bi dizîna petrola Sûriyê tohmetbar kir û ragihand, bi wê siyaseta xwe Amerîkayê 18.2 milyar dolar zirar gihandiye çavkaniyên petrolê yên Sûriyê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê roja Çarşembê di preskonferansekê de behsa petrol û berhemên jêrzemîn ên Sûriyê kir û got, Amerîka petrola Sûriyê didize û bêtirî 800 tanker bi awayekî neyasayî ji Sûriyê şandine baregehên xwe yên li derveyî Sûriyê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Wang Wenbin diyar kir, Amerîka di demekê de petrola Sûriyê didize ku pêdiviya welatiyên Sûriyê bi sotemeniyeke zêde heye.

Wang Wenbin got, “Ev ne cara yekemîn e ku hêzên Amerîka diziya petrola Sûriyê dikin, ev kiryarên wan berdewam zêde dibin. Wezareta Petrol û berhemên jêrzemîn a Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wî welatî di nîvê destpêka îsal de rojane bi giştî 83 hezar û 300 bermîl petrol berhem aniye; ji %82ê petrolê ku 66 hezar bermîl e, ji aliyê hêzên Amerîkî û hêzên piştgirî didin wan ve hatiye birin. Di heman demê de behsa wê yekê hatiye kirin ku ji meha Tebaxê ve Amerîka 10 caran bi petrola Sûriyê qaçaxçîtî kiriye û 800 tanker şandiye baregehên Amerîkayê yên li derveyî Sûriyê di dema ku welatiyên Sûriyê ji bo otomobîlên xwe bi sotemeniyê dagirin di nobetên dûr û dirêj de çend saetan radiwestin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê herwiha destnîşan kir, ji ber wê siyaseta Amerîkayê bi qasî 18.2 milyar dolar zirar gihiştiye Sûriyê.

Wang Wenbin ragihand, “Berpirsên Sûriyê dibêjin ku jiber binpêkirin, qaçaxçîtî û bazirganîya neyasayî ya Amerîka, ziyanên rasterast bi qasî 18 milyar û 200 miloyon dolar gihîştiye çavkaniyên petrol û gaza xwezayî û madenên wî welatî. Her wiha hejmara kesên ku pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye 14 milyon kes derbas kiriye.”

Bi gotina Wang Wenbin, “tiştê ku artêşa Amerîkî li Sûrîyê kiriye, karesata mirovahî ya li welêt xirabtir kir. Weke Efxanistan, Iraq û Lîbyayê, Sûriye jî qurbaniyeke din ê siyaseta Amerîkayê ye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst