Fînlanda ji bo bihîstina dengê kurdan amade ye

22-09-2017
RÛDAW
Helsînkî
Helsînkî
Nîşan Fînlanda Serxwebûn Kuridstan Giştpirsî Aheng
A+ A-

Helsînkî (Rûdaw) – Biryare roja Înê (22-09-2017), li paytexta Fînlandiya Helsînkî, ji bo piştgiriya giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ahengek were sazkirin. Bi tevê rewenda kurd, hejmareke siyasetvan û parlamenterên vî welatî jî ji bo piştgiriyê bidin giştpirsiyê dê tevlî ahengê bin.

 

Xelkê Fînlandiyayê derbartê giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê de dibêjin, welatê wan jî beriya 100 salan bi heman rêyê ve çûye û gihitiye serxwebûnê, lewma ew piştgiriyê didin mafê rewa yê kurdan.

 

Komîteya amadekar a ahenga giştpirsiyê li Fînlandiyayê bi berferehî amadekarî kiriye. Ji bo vê armancê jî li gel hejmareke parlamenterên fînlandî jî civiyane. Tê payîn ahenga li Fînlandiyayê balkêş be.

 

Serokê Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê li Fînlandiyayê Welat Nehrî dibêje: “Ji bo ahengeke mezin û baş me hemû amadekarî kirine. 19 hunermendên kurd dê beşdarî bernameya ahengê bibin. Me gelek hewlda ku partiyên siyasî yên Fînlandiyayê jî li gel me bin.”

 

Fînlanda heta naverasta sedsala borî jî beşekê Swêdê bûn. Dema wan biryara serxwebûnê da, bêdengiya civaka navdewletî êşeke tehl xiste dilê wan. Di destpêkê de tenê Sovyetan piştgirî dane wan. Lê paşî bi rijd û biryarbûna xwe, serxwebûna xwe misoger kirin.

 

Hemwelatiya fînlandî ya bi navê Sofiya dibêje: “Em jî weke gel ji heman riyan re derbasbûn. Di dawiya dawîn de me serxwbeûna xwe bi dest xist. Ez piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikim.”

 

Ahenga li Helsînkiyê dê li qada nêzîkî parlamentoya vî welatî birêve biçe. Hemwelatiyên kurd jî diyar dikin, ku ew ji bo vê ahengê amade ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst