Norweç: Eger ICC biryarê bide em dê Netanyahu bigirin

22-05-2024
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Norweç ICC
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Norweçê Espen Barth Eide diyar kir ku eger Dadgeha Cezayan a Navneteweyî (ICC) derbarê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû û Wezîrê Parastinê Yoav Gallant biryara girtinê bide, ew dê wê biryarê bi cih bînin.

Wezîrê Karên Derve yê Norweçê Espen Barth Eide derbarê serlêdana "fermana girtinê" ya ji bo Netanyahu û Gallant ya ICCyê daxuyanî da.

Barth Eide bal kişand ser wê yekê ku eger Dadgeha Cezayan a Navneteweyî biryara girtinê bide û ew biçin nav axa Norweçê, Netanyahu û Gallant dê bên girtin.

Eide herwiha diyar kir ku heman rêgez ji bo Rêberê Hemasê Yehya Sinwar jî derbasdar e.

Wezîrê Karên Derve yê Norweçê destnîşan kir ku ev biryar ji bo welatên din ên Ewropayê jî derbasdar e.

Norweç bû yekem welatê Ewropayê ku daxuyanî da û got eger biryara girtinê bê dayîn ew dê Netanyahu bigirin.

ICC fermana girtina Netanyahu û rêberên Hemasê derdixe

Serdozgerê Dadgeha Cezayan a Navneteweyî Kerîm Xan 20ê Gulanê ragihandibû ku wî derbarê Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant serlêdana "biryara girtinê" kiriye.

ICCyê eşkere kiribû ku Xan ji xeynî Netanyahu û Gallant, ji bo Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye, Rêberê Hemasê yê Xezeyê Yehya Sinwar û Serokê Lîwayên Qesamê Mihemed Deyf jî serlêdana "biryara girtinê" kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst