Li derveyî Tirkiyê zêdetirî yek milyon kesan dengên xwe dan

22-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo gera duyem a hilbijartina serokomariya Tirkiyê, ku dê li nav Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 28ê Gulanê bê kirin, li derveyî wî welatî milyonek û 153 hezar û 842 kesan deng dane.

Ji bo gera duyem a hilbijartina serokomariyê li nûnertiyên derve yên Tirkiyê û deriyên sînorî dengdayîn berdewam e.

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê heta roja 22ê Gulanê demjimêr 10:00 li nûnertiyên derveyî welat milyonek û 99 hezar û 841 kesan, li deriyên sînorî 54 hezar û 1 kes, bi tevahî milyonek û 153 hezar û 842 kesan deng dane.

Dengdayîna li nûnertiyên derveyî Tirkiyê dê 24ê Gulanê bi dawî bibe û li deriyên sînorî jî dê 28ê Gulanê demjimêr 17.00 bidawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst