Alî Ertan Toprak: Dixwazim dengê Kurdan li mezintirîn partiyê bê bihîstin

22-02-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Namzedê Yekîtiya Demokratîk a Xirîstiyanan (CDU) a Parlamentoya Almanyayê Alî Ertan Toprak / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Namzedê Yekîtiya Demokratîk a Xirîstiyanan (CDU) a Parlamentoya Almanyayê Alî Ertan Toprak / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Alî Ertan Toprak Hilbijartinên Almanyayê
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Namzedê Yekîtiya Demokratîk a Xirîstiyanan (CDU) a Parlamentoya Almanyayê Alî Ertan Toprak got, “Ez hewl didim ku Kurd li Almanyayê bibin xwedî cihekî girîng.”

Serokê Civaka Kurd a Almanyayê û namzedê Partiya CDUyê Alî Ertan Toprakê 55 salî di nav Kurd û partiyên Almanyayê de siyasetmedarekî naskirî ye.

Alî Ertan Toprak sala 1969an li Enqereyê ji dayik bûye û wekî malbata Elewî ne. Wî xortaniya xwe li Almanyayê derbas kiriye.

Alî Ertan Toprak 30 salan wekî Sekreterê Giştî yê Komeleya Elewiyan a Almanyayê kar kiriye û her wiha çend salan bûye endamê Partiya Kesk lê sala 2014an diçe nav Yekîtiya Demokratîk a Xirîstiyanan Demokrat û di wê partiyê de dibe parlamenter.

Niha jî li bajarê Hamburgê ji bo hilbijartinan namzedê Yekîtiya Demokratîk a Xirîstiyanan .

Elî Ertan Toprak li ser namzetiya xwe ya li ser wê partiyê got:

"Bi dîtina min ez dikarim li CDUyê de siyasetê bikim ji ber ku ez dikarim nûnertiya berjewendiyên Kurdan di nav wê partiyê de baştir bikim.

Her wiha di warê siyaseta derve de jî bi dîtina min Yekîtiya Demokratîk a Xirîstiyanan wekî partiyeke Ewropayî xwedî nerîneke rast e.

Bila dengê Kurd li mezintirîn partiya Almanyayê bê bihîstin. Ne tenê bê bihîstin lê derfeta min jî hebe ku di berjewendiya Kurdan de bandora min li ser siyaseta Almanyayê hebe."

“Dixwazim piştgiriya Kurdan bikim”

Elî Ertan Toprak amaje bi wê yekê kir ku Kurd û siyaset cêwiyên hev in û got:

“Ji bo ku em li ser çarenivîsa xwe biryarê bidin, min parlamenterî hilbijartiye û li wir ez nûnertiya Kurdan dikim.

Wekî siyasetmedarekî bi eslê xwe Kurd ez dixwazim pirsgirêkên Almanyayê çareser bikim lê naxwazim ji bîr bikim ku ez xelkê ku derê me.

Wekî siyasetmedarekî ku bi eslê xwe Kurd im, bi taybetî dixwazim piştgiriya daxwazên Kurdan bikim.

Dixwazim ji aliyê siyaseta derve ve jî piştgiriya Herêma Kurdistanê û mafê çarenivîsa gelê Kurd bikim.

Eger ez bêm hilbijartin dixwazim ji bo vê yekê kar bikim.”

Dirûşma partiya wî "girtin û rawestandina wan mizgeftên ku tê de banga rik û kîn û dijayetiyê tê kirin" e.

“Îslam û demokrasî dikarin bi hev re kar bikin”

Alî Ertan Toprak derbarê  Îslam û demokrasiyê jî got:

“Cîhan hêviya xwe ji wê biriye ku Îslam li gel demokrasiyê biguncê. Ji bo min, li Rojhilata Navîn, Kurd mînakeke gelekî baş in ji bo ku nîşanî cîhanê bidin ku na, dikare kar bike.

Îslam û demokrasî dikarin bi hev re kar bikin. Misilman jî dikarin gelekî baş bi awayekî demokratîk bifikirin û bi demokrasiyê bijîn."

Toprak ji bilî şerê hilbijartina parlamentoya federal a nêzîk, xwe ji bo hilbijartina parlamentoya herêmî jî amade kiriye ku meha bê li Hamburgê tê lidarxistin.

Kesekî  derçûyê zanîngehê Keywan Sabir  jî got:

“Ji bo Kurdên li Almanyayê dijîn gelekî giring e ku nûnerên me di parlamentoya de hebin ji ber ku hebûna her nûnerekî li parlamentoyê zêdebûna dengekî ye.

Zêdebûna nûneran jî dike ku bandora me li ser siyaseta welatê hebe, bi taybetî niha partiyên rastgir dengên xwe li Almanya û welatên Ewropayê zêde kirine."

Ji 4 hezar û 506 namzedên parlamentoya federal a Almanyayê, tenê 12 kesan xwe wekî Kurd xwe nîşan dane ku di pêşbirkeke dijwar de  kursiyên parlamentoyê bi dest bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst