Yunanistan dîwarekî hesinî li ser sînorê ligel Tirkiyê çêdike

22-01-2023
RÛDAW
Yunanistan li ser sînorê xwe yê ligel Tirkiyê dîwarekê çêdike
Yunanistan li ser sînorê xwe yê ligel Tirkiyê dîwarekê çêdike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yunanistanê ji bo rê li ber pêla koçberiya ji Tirkiyê bigire, dest bi lêkirina dîwarekî kiriye. Ew dîwarê ku hikûmeta Yunanê dest bi çêkirinê kiriye, 197 kîlometran dirêje û 5 metran jî bilind e.

Navçeya Evrosê ya li bakurê rojavayê Yunanistanê rêyeke sereke ye taybet bi derbasbûna koçberan ji Tirkiyê bo Yunanistanê. Ji ber vê yekê Yunan bi çêkirina dîwarekî hesinî ve mijûl e.

Wezîrê Parastina Welatiyên Yunanistanê Takis Theodorikakos dibêje: “Serdana me peyameke bihêz a yekrêzî û pêdagiriya Ewropayê ye bo parastina sînorên Yunanistanê ligel Tirkiyê. Ev peyama bihêz pêbendbûna bi yasaya navdewletî ye û divê Tirkiye werbigre.”

Li gor berpirsên Yunanê, sala borî hikûmeta wî welatî rê li ber nêzîkî 260 hezar koçberan girtiye ku xwestine biçin nav wî welatî; polîsan hezar û 500 qeçaxçî desteser kirine. Ew dîwarê ku hikûmeta Yunanistanê dest bi çêkirinê kiriye 197 kîlometre dirêj e û 5 metre bilind e.

Ew projeya Yunanistanê di demekê de ye Tirkiye, desthilatdarên wî welatî bi wê yekê tohmetbar dikin ku bi zorê koçberan bo nav Tirkiyê dersînor dikin.

Enstîtûya Ombudsman a Tirkiyê dibêje, ji destpêka 2022an ve û heta dawiya Gulana 2022ê hikûmeta Yunanistanê 41 hezar û 523 koçber şandine nav sînorê Tirkiyê.

Ajansa Çavdêrîkirina Sînorên Ewropayê jî dijayetiya xwe bo pêngaveke wiha tîne ziman.

Rêveberê Ajansa Frontexê Hans Leijtens dibêje: “Şandina bi zorê bêguman ez ji hemû operasyonên Frontexê berpirsyar im û ew kar neyasayî û qedexe ye. Ez ji wî karî berpirsyar im û nabe ti efserekî me beşdarî proseya şandina bi zorê bibe.”

Hikûmeta Yunanistanê dibêje, sala borî Yekîtiya Ewropayê 500 zêrevanên din ên sînor bo ser sînorên welatên wê zêde kirine û niha jî zêdeyî du hezar zêrevan çavdêriya sînorên Yunanistan û Tirkiyê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst