Gera 17an a danûstandinên Astana derbarê rewşa Sûriyê de tê lidarxistin

21-12-2021
RÛDAW
Zarokek Sûrî li Idlibê li bakurê Sûriyê di nav bermahiên şer. Wêne: AFP
Zarokek Sûrî li Idlibê li bakurê Sûriyê di nav bermahiên şer. Wêne: AFP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro û sibê li bajarê Nurultan (Astana) yê Kazaxistanê, gera hefdeyem a danûstandinên Astana ya di navbera şandên hikûmet û opozisyona Sûriyêde  bi beşdariya şandên Tirkiye, Rûsya û Îranê tê lidarxistin.

Berpirsên Netewên Yekbûyî, Iraq û Urdin û Lubnan jî di vê gera nû de wk çavdêr beşdar dibin.

Di gotûbêjan de behsa parastina seqamgîriya navçeyên kêmkirina şer, çalakiyên Komîteya Nivîsandina Destûr, Azadkirina Zindiyan û Dîtina Bûserûşûnên şerê 10 salên bihorî yê navbera hikûmeta Şamê û komên çekdarên dijber tê kirin.

Herwiha di vê gera nû ya danûstandinên Astana de, gotûbêj li ser çalakiyên Komîteya Nivîsandina Destûra Nû ya Sûriyê tê kirin, ku heta niha wê komîteyê şeş gerên danûstandinan kirine, lê heya niha şandên opozisyon û hikûmeta Sûriyê li ser bendên destûra bihê ya welat negihîştine rêkeftinê.

Şandiyê Taybet ê NY ji bo karûbarên Sûriyê, Geir Pedersen dibêje, her ku jihevtêgihîştin di navbera hikûmet û opozisyona Sûriyê de çê bû, gera hefdehem dê destpê bike.

Geir Pedersen got, “Girîng e ku şand ne tenê naverokên destûrê bên amadekirin, lê belê hemû jîdi nav wan de jî, ew şanda ku heta niha ew kar nekiriye, amade bin û bi pêdaçûna bi deqan li jêr ronahiya gotûbêjan, pabend bin. Pêwîstiya me bi proseyeke berhemhêner a nivîsîna destûrê heye, li gorî karnameya wê komîteyê. Her weke çawa bi ronî di mercan de hatiye behskirin, pêwîst e komîte karê xwe bike û berdewam be, ji bo ku bigihêje encamê û berdewam be di pêşveçûnê de. Min ligel herdu serokên şandan gotûbêj kiriye, ku ew kar çawa tê kirin û di hewlan de jî berdewam in, ji bo ku hevtêgihiştineke ronî dirust bibe.”

Mijareke din a civînan, parastina navçeyên kêmkirina şer e ku di Gulana 2017an de Rûsya, Îran û Tirkiye di gotûbêjên Astana de li ser li hev kiribûn, ku Idlib û rojhilat û başûrê wî parêzarî digre.

Îsal jî çend caran topbaran, şer û alozî li wê navçeyê çê bûye û bi dehan kes hatine kuştin. Endamên Encûmena Asayişa Navdewletî roja Duşembê daxwaz kirin alozî bên kêmkirin.

Richard Mills, Nûnerê Amerîkayê li Netewên Yekbûyî got, “Em piştgiriya xelkê Sûriyê û hewlên wan dikin ji bo ku bi rûmet bijîn, û di daxwazkirina agirbestê de berdewam in. Take rêya ber bi aramiyê ve ji bo xelkên Sûriyê ji bidawîanîna bi milmilaniyê pêk tê, bi wî awayê ku di projebiryara hejmar 2254 de hatiye diyarkirin.”

Her di van du rojan de û di çarçoveya danûstandinên Astana de, tîma azadkirina zindanî û revandiyan jî dê bicive. Pêncşembiya bihorî Wezareta Derev ya Tirkiyê ragihand, di çarçoveya karên Astana de, hikûmet û opozisyona Sûriyê hejmarek dîl û girtî aoz kirin.

Îran wek aliyekî garantor ê danûstanan pêşwazî li vê pêngavê dike. Zehra Îrşadî. Cîgira nûnerê Îranê li Netewên Yekgirtî ragihand, “Em pêşwaziyê li azadkirina 10 girtiyên Sûrî dikin, di encama hewlên Tîma Azadkirina Girtî û Revandiyan de, ku di encama Astana de, pêk hatibû. Îran bi dilsozî, di alîkarîkirina corên wiha de, ji hewlan berdewam dibe û daxwazê li hemû aliyan dike, ku bi hev re alîkar bin, ji bo biserxistina van hewlên mirovî.”

Li gor amarên Netewên Yekbûyî, di şerên 10 salan ê Sûriyê de, bi kêmanî 102 hezar û 287 kes ji teref aliyên şer ve yan hatine revandin yan hatine bêserûşûnkirin, ew ji bilî wê ku zêdetirç 350 hezar kes di şer de hatine kuştin, 6.7 milyon kes di navxweyê Sûriyê de aware bûne û 6.8 milyon kes jî li wlatên din in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst