Macaristan - Erdogan û Orban civiyan

21-08-2023
RÛDAW
Nîşan Macaristan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Budapeştê bi Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban re civiya.

Erdogan ji bo ku beşdarî pîrozbahiyên Roja Rizgariya Macaristanê û Şampiyoniya Atletîzmê ya Cîhanê ya ku dê li Macaristanê bê lidarxistin bibe çû wî welatî.

Erdogan piştî hevdîtina dualî ya bi Viktor Orban re, tevlî civînên di navbera şandeyan de jî bû.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê têkildarî hevdîtinê got:

“Serokkomarê me birêz Recep Tayyîp Erdogan li paytexta Macaristanê, Budapeştê bi Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban û şandeya wî re rûnişt.

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Ciwanan û Werzişê Osman Askin Bak, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacîr, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat di civînê de amade bûn.

Herwiha Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun, Şêwirmendê Serokkomar ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê Akîf Çagatay Kiliç, Balyoza Tirkiyeyê ya Macaristanê Gulşen Karanis Ekşîoglu û Şêwirmendê Serokkomar Zafer Çubukçu jî li wir bûn.”

Di hevdîtinê de pêwendiyên Tirkiye û Macaristanê û pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê û pêşhatên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst