Papayê Vatîkanê ji bo bidawîkirina şerê li Ukrayanyê kardînalek erkdar kir

21-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Papayê Vatîkanê ji bo erkê aştiyê û bidawîkirina şer li Ukraynayê kardînalek erkdar kir.

Papayê Vatîkanê Papa Francis, ji bo kêmkirina aloziyên di şerê li Ukraynayê de Serpîskoposê Bologna û Serokê Konferansa Metranên Îtalyayê kardînal Matteo Zuppi erkdar kir.

Rêvebirê Ofîsa Çapemeniyê ya Pîroz, Matteo Bruni, êvara Şemiyê nûçeya mîsyonê piştrast kir.

Matteo Bruni ragihand, Papa Francis bi biyrarekê kardînal Matteo Zuppi ji bo pêvajoyeke aştiyê li Ukraynayê û bidawîkirina şerê li vî welatî erkdar kiriye û ji bo Ukrayanyê hêviya aştiyê kir.

Bruni herwiha got, niha kar li ser dem û rêyên destpêkirina wê pêvajoyê tê kirin.

Berdevkê Vatîkanê Matteo Bruni di bersiva pirsên rojnamevanan de got: “Ez dikarim piştrast bikim ku Papa Francis, bi peymana bi Sekreteriya Dewletê re, berpirsiyariya rêvebirina mîsyonekê spartiye Kardînal Matteo Zuppi, Serpîskoposê Bolognayê û Serokê Konferansa Metranên Îtalyayê, ku ji bo kêmkirina rageşiya di pevçûnên Ukraynayê de dibe alîkar. Bi hêviya ku ev dikare rêyên aştiyê bide destpêkirin, tiştek ku ji hêla Bavê Pîroz ve tu carî nayê berdan.”

Meha derbasbûy di dema vegera xwe ya ji Macaristanê Papa ragihandbû ku ew kar li ser planeke taybet bi Ukraynayê dike, lê ti zanyariyek zêdetir eşkere nekiribû.

Kardînal Matteo Zuppi 67 salî ye û sala derbasbûyî weke Serpîskoposê Bolognayê û Serokê Konferansa Metranên Îtalyayê hatiye hilbijartin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst