Yunanistan diçe ser sindoqan: 27 partî, 8 hevpeymanî hevrikiyê dikin

21-05-2023
RÛDAW
Nîşan Yunanistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Yunanistanê dengdana ji bo hilbijartinên giştî dest pê kir.

Dengdêr dê ji demjimêr 07:00an heta demjimêr 19:00an bikaribin dengên xwe bidin.

Dengdêrên ku diçin ser sindoqan dê di navbera 27 partiyên siyasî, 8 hevpeymanî û 1 berbijêrekî serbixwe de hilbijartinê bikin.

Li gorî sîstema hilbijartinên Yunanistanê, dengdêr tenê partî û hevpeymaniyan hilnabijêrin, di navbera berbijêrên parlamenteriyê yên partiyan de jî hilbijartinê dikin.

Bi dawîhatina dema hilbijartinê re dê rapirsiyên sindoqan jî bên weşandin.

Tê payîn ku Wezareta Navxwe ya Yunanistanê ji demjimêr 20:30an ve dest bi eşkerekirina encamên nefermî yên destpêkê bike.

Li Yunanistanê bi qasî 9 milyon û 800 hezar dengdêrên tomarkirî hene.

Piştî ku di sala 2016an de bi biryara sala 2016an temenê dengdanê ji 18an bo 17an hat daixstin, dengdêrên 17 salî jî cara yekem dê bikaribin di hilbijartinên giştî yên îsal de deng bidin.

Hejmara dengdêrên 17 salî yên ku dê cara yekem deng bidin 112 hezar û 97, hejmara dengdêrên ku temenê wan di navbera 17 û 21 salî de ye jî ser 438 hezarî re ye.

Heger îro bi encamên hilbijartinan hikûmet neyê avakirin, dê dengdêr cara duyemîn biçin ser sindoqan.

Lê belê di hilbijartina duyemîn de, partiya ku herî zêde deng bi dest xistiye, dê di parlamentoyê de 20 kursiyên zêde bi dest bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst