Cîgirê Serokwezîrê Brîtanyayê dest ji kar kişand

21-04-2023
RÛDAW
Nîşan Dominic Raab Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Dadê yê Brîtanyayê Dominic Raab piştî lêpirsîneke serbixwe ya li ser gilîkirina tundûtûjiyê ya li dijî karmendên di beşên cûda de dest ji kar kişand.

Lêpirsîna Raab heşt giliyên fermî li ser reftarên wî yên di dema wezîrê derve, wezîrê Brexit û wezîrê dadê bû de eşkere kir.

Raab di nameya xwe ya îstîfayê de ku li ser Twitterê belav kir, ragihand ku piştî lêkolîneke fermî hin îdiayên li ser wî rewa hatine dîtin, wî biryar daye dest ji kar bikişîne.

Raab di daxuyaniya xwe de anî ziman, “Min daxwaza lêkolînê kir û soz da ku eger delîlên tundûtûjiyê bên dîtin dê îstifa bikim. Ez bawer dikim girîng e ku li ser gotina xwe bimînim. Ez ji bilî du tawanên ku li ser min têne kirin, hemûyan red dikim. Di nav çar sal û nîvan de, min xeber ji kesî re negotin, dengê xwe bilind nekir, tiştek neavêt, bi qestî hewl neda ku kesekî biçûk bixim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst