Li Parîsê bo parastina mafên jinan xwepêşandan hat kirin

20-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parîs a paytexta Fransayê çalakvanên mafên jinan, tundûtîjiya dijî jinan red dikin. Daxwaza wan a sereke derxistina yasayekê ye bo rakirina parêzbendiya ser wan kesên ku destê wan di tawanê tundûtîjiya dijî jinan de heye.

Bilindkirina dirûşman, hevdem semakirin, beşek ji awayên nerazîbûna xwepêşanderan bû.

Xwepêşanderek bi navê Maksîm dibje, “Ez hatime bo xwepêşandanê, ji ber bi nerîna min girînge e em piştîvaniya nerîna Feminist bikin. Tiştek ji vê baştir nîne, ku di çalakiyeke bi vî awayî de beşdar bibin.”

Welatiyên ku li Fransayê jî dimînin beşek bûn ji van xwepêşandanan. Wan bi wêneyê Jîna Emînî ku niha sembola jina wêrek û azad e li Kurdistanê, piştîvaniya xwepêşandanê kirin.

Xwepêşanderek din bi navê Karolîn (Caroline) dibêje, “Ez hatime bo xwepêşandanê daku piştîvaniya Feminist û hemû jinên cîhanê bikim, peyama bihevrebûnê bigihînin. Bi nerîna min hikûmet wek pêwîst kar bo parastina mafên me nake, tawanên dijî jinan kêm nebûne, lewra wek pêwîst em hest bi silametiyê nakin.”

Li gor Wezareta Navxwe ya Fransayê, ji xeynî dosyeyên girêdayî êşkenceya derûnî û laşî yên jinan, ji 2017 ve heta 2021 amarên destdirêjiya seksî bo ser jinan ji 16 hezaran bo zêdeyî 34 hezar dosye bilind bûne.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, 1 ji her 3 jinan bi kêmanî carekê di jiyana xwe de rûbirûyê destdirêjiya seksî yan îşkenceyê dibe.

Ji sedî 27ê wan jinên ku hevjînî pêk anîne ji aliyê hevjînên xwe ve rûbirûyê tundûtîjiyê dibin, ku ji sedî 42ê wan di encam de birîndar dibin.

Ji her 10 jinan ku tundûtîjî dijî wan tê kirin, tenê 6ê wan wêrekiya behskirinê li ba wan heye.

Bazirganîkirina bi jinan ji sedî 70ê bazirganîkirina bi mirovan pêk tîne.

Beşek ji wan jinên ku tundûtîjî li dijî wan tê kirin, di encam de canê xwe ji dest didin an yekser tên kuştin.

Rapora dawî ya Neteweyên Yekbûyî pêşan dide ku tenê di 2020ê de 47 hezar jin ji aliyê endamên malbatên xwe ve hatine kuştin, wate her 11 xulekan di wê salê de jinek hatiye kuştin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst