Wezîra herî ciwan a Swêdê keçeke Îranî ye

19-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamên kabîneya nû ya hikûmeta Swêdê hatin ragihandin û keçeke Îranî ya 26 salî ya bi navê Romîna Pûrmoxtarî wek Wezîra Guhertina Keşûhewayê û Jîngeha Swêdê hat diyarkirin ku wezîra herî ciwan a kabîneyê ye.

Di 18ê cotmehê de navên wezîrên nû yên hikûmeta Swêdê hatin eşkerekirin û Romîna Pûrmoxtarî di lîsteya wezîrên hikûmeta bi serokatiya Serokê Partiya Moderate ya Swêdê Ulf Christersson de cih girt.

Romîna Pûrmoxtarî di 12ê Mijdara 1995an de li Stockholm a paytexta Swêdê di malbateke Îranî de ji dayik bûye. Romîna endama Partiya Liberal a Swêdê ye û berî ku bibe wezîr seroka şaxa ciwanan a Partiya Lîberal bû.

Romîna Pûrmoxtarî piştî ku wek wezîr hat hilbijartin, di daxuyaniyekê de bo medyaya Swêdê ragihand, niha ew beşek e ji hikûmetekê ku dê rûbirûyê pirsgirêkên guhertina keşûhewa û jîngehê bibe.

Pûrmoxtarî herwiha got, divê em siyasetekê birêve bibin ku rengvedana xwestek û vîna xelkê Swêdê be.

Roja Înê 14ê Cotmeha 2022, Ulf Kristersson ragihand ku ew bi Partiya Krîstiyan Demokrat û Partiya Lîberal re ji bo avakirina hikûmeta nû li hev kirine û Partiya Demokrat a Swêdê jî razî bûye ku beşdariyê di hikûmeta nû de neke, lê belê di civîna parlamentoyê de dê dengê Erê bide hikûmetê.

Bi gotina Ulf Kristersson, ew yek li beramber cîbicîkirina siyasetên Partiya Demokrat derbarê mijara penaxwazan û kêmkirina tawanan de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst