NY: Pêwîstiya 235 milyon kesan bi alîkariyên mirovî heye

19-08-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şer û alozî, zêdebûna birçîtiyê, bandorên guherîna keşûhewayê û şewba Coronayê, bûne sedema wê yekê ku di îsal de, hejmara wan kesên  pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye, bo 235 milyon 400 hezar kesan zêde bibe. Ev yek li gor amarên  Neteweyên Yekbûyî ye.

Efxan nûtirîn mînaka wan kesan in ku ji ber sedemên  şer aware bûne û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hene.

Berdevkê UNHCIRê Stephane Dujarric dibêje: “Em nîgeran in ji bandora rikeberiya li ser jinan û keçan. Nêzîkî ji sedî 80ê Afgnaiyên ku awarebûne jin û zarok in. Nêzîkî 400 hezar kesên sivîl ji destpêka îsaê ve neçar bûn ku  Malên xwe bi cî bihêlin û ketin nav ew 2.9 milyon Afganiyên ku pêştir di sala 2020ê de aware bibûn.”

Li Etopya jî li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, di 9 mehên derbasbûyî de 2 milyon û 100 hezar kes ji ber sedemên şerê di navbera hikûmeta navendî ya Etopya û Bereya Rizgarîxwaza Herêma Tîgrey, li bakurê wî welatî aware bûne. Ev ji xeynî wê ku pêwîstiya 5 milyon kesan bi alîkariya mirovî heye û UNICEF dibêje li Tîgrey metirsiya bedxorakiyê li ser 100 hezar zarokan heye.

Stephane Dujarric herwiha got: “Hevkarên me dibêjin ku rewşa Tîgrey bi nediyarî û lawazî maye, di demekê de ku tevgera hêzên Tîgrey li parêzgehên Emhara û Efar berdewam in. Gehiştina alîkariyên mirovî bo wan navçeyan bi sînordarkirî mane. Tenê bi rêya herêma (Efare) digehe ku ew jî cihek ne bi selamet e.”

Li gor Federasyona Navdewletî ya Xaça Sor û Heyva Sor,  bi tenê  di 6 mehên destpêka îsal de 10 milyon û 300 hezar kes di cîhanê de ji ber lehî, erdhej, şewata daristanan û karesatên xwezayî yên din aware bûne.   

Neteweyên Yekgirtî dibêjin, mebesta wan ew e  ku di îsal de li seranserî cîhanê,  alîkariya mirovî bigehînin 159 milyon û 900 hezar kesan û  ji bo vê yekê jî pêwîstiya wan bi 35 milyar û 100 hezar dolarên Amerîkî dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst