Amerîkayê TikTok û WeChat qedexe kir

18-09-2020
RÛDAW
Nîşan TikTok WeChat Amerîka Çîn Trump Tencent Oracle ByteDance
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Bazirganî ya Amerîkayê ferman da bazara elektîronîk a bernamayan (app stores) ku herdu sepanên TikTok û WeChat ên Çînî rakin û ragihand ew “metirsî ne bo ser asayişa niştimanî.”

Ev biryara Wezareta Bazirganî ya Amerîkayê şeva Yekşemê dikeve warê cîbicîkirinê. Ev piştî wê tê ku aloziyên di navbera Amerîka û Çînê de zêde bûne û îdareya Trump jî hewl dide TikTok bi kompaniyeke Amerîkî bê firotin.

Wezîrê Bazirganiya Amerîkayê Wilbur Ross dibêje, “Partiya Komunîst  a Çînê hewl da ku wan herdu sepanan ji bo gefa li ser asayişa netewî, siyaseta derve û aboriya Amerîkayê bikar bîne.”

Biryar bi şêweyekê ye ku WeChat ji şeva Yekşemê ve bi temamî li Amerîkayê bê girtin, lê ew kesên ku berî niha TikTok daxistine dikarin heta 12ê Mijdara îsal berdewam bin li bikaranîna wê.

Wilbur Ross amaje bi wê jî kir, eger heta 12ê Mijdarê rêkeftin neyê kirin, ew dê wê TikTokê jî bi temamî bigirin û eger pirsgirêk bê çareserkirin, “dibe ew ferman bê hilweşandin.”

WeChat ku xwediyê kompaniyeke mezin a Çînê ya bi navê Tencent e, bi awayekî berçav ji aliyê diyasporanişînên Çînî ve tê bikaranîn ji bo danîna peywendiyên li gel kesûkarên xwe yên li Çînê. Xwediyê bernama TikTokê jî kompaniya ByteDance ye.  

Di nûtirîn pêngavê de jî TikTokê hevbeşî li gel kompaniya Oracle ya Amerîkî kir, lêbelê Trump diyar dike heta ku naveroka wê hevbeşiyê nebîne, ew rêkeftinê îmze nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst