Dusseldorf (Rûdaw) - Fransa dixwaze zagonên dayîna vîzeya Schengenê biguherîne û ji bo hin welatan dijwartir bike.
Hefteya borî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got ku ew dixwazin di sîstema vîzeyê ya welatê xwe de reformê bikin.
Li gorî agahiyan, ji vir û pê ve Fransa dê hewl bide agahiyên zêdetir bi welatên din ên endamên Yekîtiya Ewropayê re parve bike, da ku wekî ku ew dibêjin kesên ku mafê wan nîne, bi hêsanî nikaribin vîzeya Fransayê wergirin.
Her wiha ew welatên ku di mijara dersînorkirina koçberan û parvekirina agahiyan di warên din ên taybet bi koçberan de alîkariya Fransayê nakin, hevwelatiyên wan dê bi zehmetî karibin vîzeya Fransayê wergirin.
Guherîneke din ew e ku sîstema dayîna vîze û berhevkirina agahiyan dê baştir bibe dîjîtal.
Her wiha Fransa dixwaze wekî welatên din ên Yekîtiya Ewropayê sîstemeke balkêştir ji bo kişandina destê kar ê pispor deyne û dayîna vîzeyê ji bo wan kesên ku li Fransayê di warên diyarkirî de pêwîst in hêsantir bike.
Ev hemû guherîn hîn biryara dawî li ser wan nehatiye dayîn û gotûbêj li ser wan tên kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse