Belarusê binkeyeke demkî ji bo vegerandina koçberan vekir

17-11-2021
RÛDAW
Nîşan Koçber Belarus Poland Kurd Iraqî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi dehan koçberên li ser sînorê Belarus û Polandê piştî derbaskirina çendîn roj di nav serma û şert û mercên zehmet de, ji roja Sêşemê ve bo depoyeke mezin a li herêmeke ser sînorê Belarusê hatine veguhestin.

Kesên ku bo vê depoya mezin a li herêma Bruzg hatine veguhestin, ew kes in ku dixwazin vegerin Herêma Kurdistan û Iraqê.

Koçberekî ji Başûrê Kurdistanê ku li gel birayê xwe yê biçûk, bo wê depoyê hatiye veguhestin, dibêje, “Pêçiyên min ji kar ketibûn ji ber sermayê. Eger birayê min mirîba min dê çi kiriba? Dibe ku îşev em ji serma mirîbûna. Lê em hatin vê derê û jiyana me parastî ye. Nizanim paşê dê çi bibe?”

Piraniya wan koçberên çûbûn ser sînor, bêhêvî bûne ku Poland sînor li ber wan vebike, lewma ew dixwazin vegerin welatê xwe.

Rewşa koçberên di wê depoyê de hatine komkirin, ji rewşa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandê asê mane, gelek baştir e. Alîkariyên pizîşkî û pêdawîstiyên sereke bo wan hatine dabînkirin û koçberek dibêje, “Ev der baş e. Daristan gelek gelek sar bû.”

Koçberekî din ê li depoyê dibêje, “Hemû dê vegerin Iraqê. Ez dê vegerim, ji ber ku Polandê serêşiyeke zêde heye.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf, roja Sêşemê ji Rûdawê re ragihandibû, “Em mijûlî amadekariyên temamkirina rizamendî û diyarkirina amara wan Iraqiyên ku li Belarusê ne û navê xwe tomar kirine. Em dê vê hefteyê jî geştên bo vegera wan bidin destpêkirin.”

Li aliyê din biryar e, roja Pêncşemê, nêzikî 300 koçberên Kurd û Iraqî bên vegerandin. Firokeya ku dê koçberan veguhêze, pêşiyê dê bê Hewlêrê û paşê jî dê li Bexdayê dakeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst