NASAyê SpaceX ber bi Wêstgeha Asmanî ya Navdewletî ve şand

16-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA), bo cara yekê 4 astronot bi rêya keştiya asmanî ya Space X Crew Dragon ber bi Wêstgeha Asmanî ya Navdewletî ve birêkir.

Keştiya asmanî ya Space X Crew Dragon, ligel 4 astronotan roja Yekşemê bi dema herêmê saet 19.27an ji Navenda Kennedy ya Asmanî li eyaleta Folridayê bo fezayê hat avêtin. Bi dehan sal berî niha, astronotên Amerîkî bi rêya rokêtên Asmanî yên Rûsî yê bi navê Soyuz diçûn Wêstgeha Asmanî ya Navdewletî.

Keştiya asmanî ya SpaceX piştî rêwîtiyekê ku dê 27 saetan bihajo, roja Duşemê bi dema herêmê saet 23.00an dê bigihîje Wêstgeha Asmanî ya Navdewletî (ISS).

Sê astronotên Amerêkî û astronotekî Japonî di wê keştiya asmanî de ne. Ji NASAyê astronot Mike Hopkins, Victor Glover û Shannon Walker û her wiha ji Ajansa Lêkolînên Fezayê ya Japonyayê (JAXA) Soichi Noguchi ji bo lêkolînên zanistî dê 6 mehan li ISSê bimînin.

Rêvberê NASAyê, Jim Bridenstine di konfransekê de ragihand ku ev rojeke giring e ji bo Amerîka û Japonê. 

Piştî 12 xulekan û piştî ku keştiya asmanî gihîşte bilindahiya 200 kîlometran herwiha leza wê jî gihîşt 27.000 kîlometran di demjimêrekê de, kepsûla asmanî bi awayekê serkeftî ji beşa duyem a rokêtê cihê bû.

Space X dîmenên zindî yên astronotan li hindirê Kepsûlê belav kirin, ku berî niha ne ji aliyê Amerîka û ne ji aliyê Rûsya ve nedihatin belavkirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di twîtekê de ragihand: “Agirkirineke newaze. NASA gava me peywir wergirt, bobelateke girtî bû. Niha dîsa bi ferqeke mezin, navenda fezayê ya herî germ û pêşketî ya cîhanê ye.”

Serokê nû yê hilbijartî yê Amerîkayê, Joe Biden jî got, “ev nîşanên hêza zanistê ne û em dikarin her tiştî bikin, dema em dahênan, şearezayî û biryardana xwe bikar bînin.”

NASA berê xwe da Space X û Boeing piştî giritna bernameya Space Shuttle di sala 2011 an de, ku ew proje biserneket.

SpaceX ji aliyê Elon Musk di sala 2002an de hat çêkirin, herwiha ket pêşiya rikeberê xwe Boeing ku sala derbasbûyê di pişkinîna Starliner de biserneket. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst