Civîna Putîn û Erdogan bi dawî bû

16-09-2022
RÛDAW
Nîşan Pûtîn Erdogan Lûtkeya Rêxistina Alîkariyê ya Şangayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn a li Semerqend a yaytexta Ozbekistanê bi dawî bû.

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan ê ku di çarçoveya 22emîn Lûtkeya Rêxistina Alîkariyê ya Şanghayê de li Ozbekistanê bû îro 16ê Îlona 2022an di çarçoeveya wê lûtkeyê de ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn civiya.

Civîna Putîn û Erdogan li Navenda Kongreyê ya Lûtkeya Şangayê hat kirin û bo 40 xulekan berdewam kir.

Piştî civînê Serokkomarê Tirkiye û Serokê Rûsyayê civîneke hevbeş a çapemeniyê  saz kirin.

Di hevdîtina ku 40 xulekan berdewam kir de hat ragihandin ku lihevkirinek hatiye kirin ku Tirkiye ji sedî 25ê pereyê gaza xwezayî ya Rûsyayê bi rûble bide.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de bi taybetî mijarên korîdora gazê û dexlûdan a Rûsyayê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî nûçeya Reutersê, Pûtîn di hevdîtinê de got, “Tirkiye bûye yek ji rêyên herî pêbawer ên dabînkirina gazê ji Rûsyayê. Ji bo ku Tirkiye ji sedî 25ê pereyên gaza xwezayî ya Rûsyayê bi rubleyê bide, me li hev kir. Dê di demeke nêz de bikeve meriyetê.”

Pûtîn her wiha diyar kir ku sinyal wergirtine ku kompanyayên Rûsî dikarin berheman bi ser Tirkiyê re hinarde bikin.

Hat ragihandin ku Serokê Rûsyayê her wiha gotiye, peymanên çêkirina Santrala Nukleerî ya Akkuyuyê duh hatine îmzekirin.

Ajansa nûçeyan a TASSê jî ragihand ku Pûtîn ji Erdogan re gotiye ew hêvî dike ku piraniya genimê Ukraynayê biçe welatên hejar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst