Keştiyeke Tirkiyeyê bin av bû: 12 kes winda ne

20-11-2023
Nîşan Keştî Tirkiye Binavbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Keştiyeke bar a Tirkiyeyê  ji ber bahoza bihêz di Behra Reş de, bin av bû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya da zanîn ku 12 xebatkarên di keştiyê de winda bûne.

Alî Yerlîkaya destnîşan kir ku keştiya bar a bi navê “Kafkametler” li herêma parêzgeha Zonduldakê ya Tirkiyeyê di Behra Reş de noqî avê bûye.

Yerlîkaya diyar kir, “Ji ber şert û mercên xerab ên hewayê me hîn dest bi xebatên lêgerînê nekiriye.

Dema ku şertên hewayê rê da em dê dest bi xebatan bikin.”

Alî Yerlîkaya herwiha ragihand ku ji ber lehiyê li Êlih û Amedê 2 kesan canê xwe ji dest daye, 50 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst