Lehiyên li Brezîlyayê: Hejmara miriyan derket 150î

16-05-2024
Nîşan Brezîlya Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Brezîlyayê ji ber lehiyan 150 kes mirin û 112 kes winda ne.

Li eyaleta Rio Grande do Sulê ya li başûrê Brezîlyayê du hefte ne ku baran dibare û lehî radibin.

Xisara madî û canî ya van lehiyan jî her ku diçe zêdetir dibe.

Hat ragihandin ku hejmara birîndaran bûye 807, lehiyan bandor li 2 milyon 120 hezar kesan kiriye û 620 kesan jî ji cih û warê xwe koç kiriye.

Herwiha hat diyarkirin 80 hezar kes hatine rizgarkirin û xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.

Li hêla din, Serokê Dewletê Luiz Inacio Lula da Silva jî dê plana alîkariyê ragihîne.

Parêzgarê Rio Grande do Sulê gotibû, “Ev bûyera herî wêranker a dîroka eyaletê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst