Olaf Scholz: Berî Krîsmasê Almanya dibe xwedî hikûmeteke nû

15-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Olaf Scholz, berbijêrê sosyal demokratan bo wergirtina posta Rawêjkariya Almanyayê dibêje, welatê wî berî Kirîsmasê dibe xwedî hikûmeteke nû, û partiya wî jî dibêje, di gotûbêjan de encamên baş bidest xistine.

Biryare îro komîteya hilbijartinên federalî ya Almanyayê, encamên fermî yên hilbijartinên meha borî ya vî welatî ragihîne. Hevdem biryare her îro gereke din a gotûbêjan di navbera Partiya Sosyal Demokrat, Partiya Kesk û Partiya Demokrata Azad bo pêkanîna hikûmeteke nû birêve diçe.

Ev jî di demekê de ye, hefteya borî, hersê aliyan lihev kirin ku hevpeymaniyekê bo pêkanîna hikûmeteke nû a Almanyayê pêk bînin, niha beşekî serekî yê gotûbêjan yê wan hersê aliyan li ser dabeşkirina postan e.

Olaf Scholz, berbijêrê sosyal demokratan bo wergirtina posta Rawêjkariya Almanyayê dibêje, welatê wî berî Kirîstmasê dibe xwedî hikûmeteke nû.

Partiya wî, Partiya Sosyal Demokrat (SPD) jî dibêje, di gotûbêjan de encamên baş bidest xistine.

Lars Klingbel, Sekreterê Giştî yê SPDê ragihand, “Di van civînan de, hemû mijarên peywendîdar me behis kirin. Me bihevre plan daniye û bi nerîna min me di van çend rojan de encamên baş bidest xistine. Bi nerîna min ku hêjî rêyeke dirêj li pêşiya me ye, û yek du astengî li pêşiya me dibin. Lê ez piştrastim piştî vê yek roj û nîvê, eger wek astengiyên hevbeş temaşeyî wan bikin, em dikarin bihevre bi ser wan astengiyan de biserkevin, ku pêşiya me hemûyan girtine.”

Bo vê yekê Partiya Kesk xwe ligel PSD yekalî kirine, û daxwaz ji Partiya Demokrata Azad kirine beşdariyê di hevpeymaniya pêkanîna hikûmetê de bike.

Maickel Kelner, Sekreterê Giştî Partiya Kesk dibêje, “Me xalên hevbeş zêde kirine, û me xalên nakok kêm kirine. Lê hîna hinek tişt hene heta ku em wan çareser bikin û zelal bikin. Em li ser encaman radiwestin û amadekariyê bo civîna mezintir di roja înê de li vir dikin, daku bikaribin bi awayekî bilez ber pêşve biçin.”

Partiya Demokrata Azad jî ragihandiye ku gotûbêjên wan ligel herdu partiyên Kesk û SPD bi başî birêve çûne û dibêje, ew nirxandinê bo vê gera gotûbêjan dikin, û girînge ew tişta ku di civînan de behis dikin cîbicî bikin ku dibe bingeha biryara wan.

Yê ku dimîne Partiya Kirîstiyan Demokrat e, hemû amaje ber bi wê yekê ve diçin, ku piştî 16 salan ji desthilatdariyê, vê carê ew partî dibe opoziston.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst