Aleksey Navalni rabûye ser xwe û êdî dikare bigere

15-09-2020
RÛDAW
Nîşan Aleksey Navalniy Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nexweşxaneya Charitê ya Berlînê li ser rewşa serkirdeyê opozisyona Rûsya Aleksey Navalni daxuyaniyek da û got, ew êdî bêyî cîhaza oksîjenê, bixwe nefesê dide û distîne û dikare rabe liv û tevgerê jî bike.

Serkirdeyê opozisyona Rûsya Aleksey Navalni roja 20ê Tebaxê di balafireke Rûsî de ku ji Sibirya diçû Moskow ji ser hişê xwe çûbû û piştre di encama testan de derketibû ku ew bi gaza Noviçok hatiye jehrdan.

Hevalên Navalni di wê baweriyê de ne ku ew bi fermana serokê Rûsya Vîlademîr Pûtin hatibe jehrdan. Kremlin jî heta niha di daxuyaniyên xwe de diyar dike ku tu pêwendiya wan bi vê bûyerê nîne.

Nexweşxaneya Charitê herî dawî ragihand ku rewşa nexweşê wan ber bi başiyê ve diçe û ew êdî dikare ji bo demeke kurt ji nava cihê xwe rabe û bimeşe jî.

Di vê navberê de encamên hilbijartinên xwecihî yên Rûsya jî diyar dibin û ew berendamên opozîsyonê yên ku Navalni piştgiriya wan dikir, bûne endamên meclisên şaredariyan.

Hikûmeta Almanya encamên testên Navalni şandin laboratûarên Fransa û Swîsreyê jî û li wan welatan jî hate piştrastkirin ku Navalni bi gaza Noviçok hatiye jehrdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst