Joe Biden li Siûdiyê: Em ê li Rojhilata Navîn tu valahiyekê ji Rûsya û Çînê re nehêlin

15-07-2022
RÛDAW
Nîşan Joe Biden Erebistana Siûdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden li Erebistana Siûdî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku ew ê li Rojhilata Navîn tu valahiyekê ji Rûsya û Çînê re nehêlin û ew dixwazin agirbesta Yemenê were dirêjkirin, her wiha civînek bi rayedarên Erebistana Siûdî re li ser parastina ewlehiya enerjiyê kirine.

Joe Biden di konferanseke rojnamevanî de her wiha diyar kir ku bi Erebistana Siûdî re behsa fikarên ewlehiyê yên Riyadê kirine û got, “Em ê ti valahiyekê li Rojhilata Navîn nehêlin ku Rûsya û Çîn tijî bikin.”

Joe Biden her wiha li ser elektrîka Iraqê jî anî ziman, “Piştî çend salan ji hewlên têkçûyî, em niha gihîştine rêkeftinekê ji bo girêdana torên elektrîkê yên Iraqê bi rêya Kuweyt û Erebistana Siûdî bi torên Kendavê ve girê bidin û Iraqê baştir yekpare bikin di nav navçeyê de û kêmkirina girêdana wê bi Îranê ve kêm bikin. Rayedaran anîne bîra min, dema ku ez cîgirê serok bûm, min hewl dida ku bigihêjim wê armancê, di dawiyê de jî armanc pêk hat.”

Serokê Amerîkayê piştî serdaneke berfireh bo Îsraîlê, îro Înê 15ê Tîrmeha 2022an gihîşte Riyazê û dê beşdarî civîna Encûmena Alîkariya Kendavê bibe.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan jî bi Joe Biden re gihîştine Erebistana Siûdiyê.

Yek ji armancên serdana Joe Biden bo Siûdiyê, handana wî welatî û welatên kendavê bo berhemanîn û hinardekirina zêdetir a neftê ye. Ew jî ji bo daxistina nirxê zêde yê sotemeniyê ye ku ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê û kêmiya berhema di bazara enerjiya cîhanê de bilind bûye.

Her wiha welatên wek Iraq, Misir û Urdin ligel serkirdeyên Encûmena Alîkariya Kendavê di lûtkeyê de beşdar in.

Welatên endam di Encûmena Alîkariya Kendavê de rojane nêzîkî 21 milyon bermîl petrol û 425 milyar metrekûp gaza xwezayî berhemtînin.

Şiyana berhemanîna Iraqê jî 4.4 milyon bermîl petrola rojane û 10 milyar metrekûp gaza xwezayî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst