Joe Biden li Erebistana Siûdî bi xalîçeya xemrî hat pêşwazîkirin

15-07-2022
RÛDAW
Nîşan Joe Biden Erebistana Siûdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Joe Biden di berdewamiya serdana xwe ya bo Rojhilata Navîn de, ji Îsraîlê bi firokeyê gihîşte Erebistana Siûdiyê û dê bi Şah Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz El Siûd re bicive û her wiha dê li wir beşdarî lûtkeya welatên Kendavê bibe. Joe Biden li Erebistana Siûdî bi xalîçeya xemrî hat pêşwazîkirin.

Serokê Amerîkayê piştî serdaneke berfireh bo Îsraîlê, îro Înê 15ê Tîrmeha 2022an gihîşte Riyazê û dê beşdarî civîna Encûmena Alîkariya Kendavê bibe.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan jî bi Joe Biden re gihîştine Erebistana Siûdiyê.

Yek ji armancên serdana Joe Biden bo Siûdiyê, handana wî welatî û welatên kendavê bo berhemanîn û hinardekirina zêdetir a neftê ye. Ew jî ji bo daxistina nirxê zêde yê sotemeniyê ye ku ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê û kêmiya berhema di bazara enerjiya cîhanê de bilind bûye.

Her wiha welatên wek Iraq, Misir û Urdin ligel serkirdeyên Encûmena Alîkariya Kendavê di lûtkeyê de beşdar in.

Welatên endam di Encûmena Alîkariya Kendavê de rojane nêzîkî 21 milyon bermîl petrol û 425 milyar metrekûp gaza xwezayî berhemtînin.

Şiyana berhemanîna Iraqê jî 4.4 milyon bermîl petrola rojane û 10 milyar metrekûp gaza xwezayî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst