DMME geşta Brîtanya ya şandina penaberan ragirt

15-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Brîtanyayê piştî destwerdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), yekem geşta xwe ya şandina penaxwazan bo Rwanda hilweşand.

Li ser serlêdana parêzerekî penaxwaz ku di nav wan kesên ku ji bo Rwanda hatibûn şandin de cih digirt, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nehişt ku ev kes li balafirê siwar bibe.

Di biryarê de, nirxandina Komîseriya Bilind a Penaberan li Neteweyên Yekbûyî ya "Penaxwazan  ku ji bo Rwanda bên şandin dê nikaribin li wir ji bo serlêdanên xwe yên penaberiyê piştevaniya hiqûqî ya dadmend û bi bandor bi dest bixin" li ber çavan hat girtin.

Her wiha nêrîna dadwerên Brîtanî ya derbarê ka Rwanda çiqas ewle ye, bandora xwe li ser vê biryarê hebûye.

Çavkaniyên ku ji medyaya Brîtanî re axivîn diyar kirin ku ev biryar ji bo hemû penaxwazên ku Brîtanyayê derbarê wan de  biryara dersînorkirinê daye  lixwe digire.

Rayedarên Wezareta Navxwe ya wî welatî jî ji BBCyê re piştrast kirin ku piştî destwerdana  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê balafirê nikarî rabe.

Çalakvanekî mafên koçberan jî ji Rûdawê re got ku, dibe 2 kurd jî di yekemîn balafira ku penaxwazan ji Brîtanay bo Rwandayê bihata şandin de hebin.

Balafir ranebû

Hatibû ragihandin ku di firokeya li balafirgeha leşkerî Boscombe Down a Amesbury ya ku 130 kîlometre dûrî Londonê ye, di nava rojê de dê tenê 7 kes hebin.

Tevî ku di lîsteya yekem de zêdetirî 120 kesan hebûn, lê piştî biryarên dadgehên Brîtanyayê ev hejmar 7 kesan hat kêmkirin.

Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss ragihandibû ku bêyî hejmarê li ber çavan bigiren firokeya bo Rwandayê rabe. Herwiha di nava rojê de Serokwezîrê wî welatî Boris Johnson gefa derxistina welatê xwe ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê xwar û parêzerên penaxwazan bi “alîkarkirina  tawanbarên ku penaxwazan îstismar dikin” sûcdar kir.

Di girtîgehên Brîtanyayê de 50-60 Kurd hene

Sekreterê Federasyona Navdewletî ya Penaberên Iraqê (IFIR) Deştî Cemal ji Rûdawê re got: “Niha di girtîgehên Brîtanyayê de nêzî 50-60 Kurd hene. Her du kom tevî ku zêdetirî 20 salan li wir mane, di dema ku îmzaya xwe ya mehane avêtine hatibûn desteserkirin. Koma din jî ew in ku ji Kanala Brîtanya dikevin Brîtanyayê hatine girtin. Me parêzer ji wan re girtiye, û heta biryara şandina 9 kesan ji wan bo Rwanadayê hate hilweşandin, lê hêj  li zindanek li nêzîkî Balafirgeha Londonê girtî ne. Divê teqez bên berdan û cihê wan bê dayîn ji ber ku dadgehê biryara berdana wan daye.”

Biryara şandina penaberan bo Ruwandayê, di demekê de ye di ses mehên îsal de herî kêm 10 hezar koçber bi rêyên ne yasayî derbasî Brîtanyayê bûn. Sala 2020an hejmar 8400 koçber bûn, sala 2021ê gihişta 28000 kesan. Hikûmeta Brîtanyayê piştî ku ji bo rêgirîkirina koçberên neyasayî bo nav axa xwe nikaribû rêkeftinekê ligel Fransayê bike, ev rêya hilbijart.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst